'Malbatên Sûrê dixwazin malên wan bên restorekirin’
AMED (DÎHA) – Hevserokê GOÇ-DER’ê Yilmaz Kan têkildarî rapora ku boyî Sûrê amadekirin axivî û ragihand ku 34 hezar malbatên ku ji neçarî koç kirin, piştî bidawîbûna qedexeyê dixwazin avahiyên wan wek berê bên restorekirin.
Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Kesên Koçber re (GOÇ-DER), rapora ku têkildarî Sûra Amedê ya ku “qedexeya derketina derve” lê didome amade kiribûn, çend roj berê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hatibû diyarkirin ku li navçeyê 34 hezar mirov ji neçarî koçber bûbûn û navçeya ku 7 hezar sal paşerojeke wê heye hema bêje hemû hatiye serobinkirin. Têkildarî hurguliyên raporê Hevserokê GOÇ-DER’ê Yilmaz Kan axivî.
Kan got, ew rû bi rû bi malbatên ji neçarî ji Sûrê koçber bûn re axivîne û anî ziman ku li gel mexdûriyeta ku malbat rastî wê hatine jî, dewlet bi tu awayî alîkariya maddî nekiriye. Kan, ragihand ku dewlet bes bo hin malbatan mehê hezar lîre perê kirê daye. Kan diyar kir ku, ji bo amûrên ku hatin şewitandin û rûxandin dewlet di navbera 3-5 hezar lîreyî pere teklîf kiriye, lê ev teklîf ji aliyê malbatan hatiye redkirin. Her wiha Kan da zanîn ku, li gor çavdêriyên wan tu bendawariyeke malbatan a maddî jid ewletê tune ye.
'Dermanê êşa wan tenê aşitî ye’
Kan anî ziman ku, dema wan xebatên raporê dimeşand tenê daxwazeke gel hebûye û ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd e û anî ziman ku, niştecihên navçeyê tenê çareserkirina êş û azara xwe di aşitiyê de dibînin. Her wiha Kan dest nîşan kir ku, malbat ku gotine bi berpêşkirina çend qurişên dewletê pirsgirêka kurd çareser nabe.
'Malbat dixwazin malên wan bên restorekirin’
Kan çavdêriyên xwe bi malbata re wiha vegot: “Malbat teqez dixwazin vegerin cihwarê xwe yî berê. Di mejiyê malbatan de bi tu awayî fikrekî wek ê TOKÎ û avahiyênd in tune ye. Malbat dixwazin malên wan wek berê bên restorekirin û dixwazin vegerin jiyana xwe yî berê. Jixwe tu bendewariyeke malbatan ji dewletê tune, lê dixwazin wê mexdûriyeta ku ji aliyê dewletê ve xwe da der bi cih bê. Me dît ku dermanê mexdûriyet û êşa wan, tenê aşitî ye.”
'Koçberiyeke li nav Kurdistanî pêk hat’
Kan da zanîn ku, 34 hezar malbat ji neçarî ji Sûrê koç kirine û wiha got, “Di qedexeya ku li 6 taxan hat îlankirin de, ji vana 4 tax bi temamî hatine rûxandin. Jixwe malên ku nerûxiya bin jî dirûxînin. Ji 99 malbatên ku ji SÛrê ji neçarrî koç kirin, li bajar, navçe û taxên Kurdistanê bi cih bûn. Ji sedî 1 jî ji neçarî ji mecbûrî koç kirin. Koçberiya li Sûrî, bi piranî ber bi navçeya Rezan bûye. Polîtîkaya koçberiyê ya li Sûrê jî, li valahiyê derket.”
(red)