Têketina ‘Eniya şer a li paş’ qedexe ye!
AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) – Gundên Kizilçat, Pûllûyaziya Jêr û Jor ên Yayladagiya Hatayê ku ji aliyê çeteyên Tirkiye li Sûriyeyê piştevaniya wan dike wek eniya paş tên bikaranîn, ji bilî niştecihên gund destûra têketina tu kesî nayê dayîn.
Li Yayladagiya Hatayê, ji mijdara 2015’an vir ve destûra têketina gundên Kizilçat, Pûllûyaziya Jêr û Jor ku li ser sînorên Lazkiyeya Sûriyeyê ne, bi tu awayî nayê dayîn. Bi venêrîna rê ya li ber Qereqola Hudûd a Kizilçatiyê, ji bilî niştecihên van gundan destûra têketina tu kesî nayê dayîn. Her wiha boyî xwegihandina gundan rêyên alternatîf jî ji hêla leşkeran ve hatine girtin.
Wek tê zanîn ev gund, wek eniyên paş ên çeteyên ku Tirkiye li Sûriyeyê piştevaniya wan dike tên bikaranîn û hat zanîn ku der barê qedexeya têketina van gundan de heta niha Walîtiya Hatayê jî tu biryar nedaye.
'Muduriyeta Polîsan û Cendirme biryarê didin, Walîtî jî tesdîq dike’
Piştî ku em rastî van astengiyan hatin, bi rêya telefonê em li walîtiyê geriyan, lê walîtî bo me got “Der barê hebûn û tunebûna qedexeya têketinê de divê agahî ji Muduriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan bên wergirtin” û bi vî awayî top avêt Muduriyeta Polîsan û Cendirmeyan. Her wiha dema me têkildarî biryara qedexeyê pirs arasteyî walîtiyê kirin jî, bi vî awayî bersiv bo me dan, “Biryara hewceyî ji aliyê Muduriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan tê dayîn, tenê Walîtî tesdîq dike.”
Ji bilî gundiyan boyî tu kesî destûra têketinê tune ye!
Ji sînorê gundê Kizilçatê wir ve, bi qedexeya ku bi awayekî fiîlî tê sepandin xwegihandina gund bi tu awayî nepêkan e û ji bilî niştecihên gund destûra tu kesî nayê dayîn. Kesên wek mêvan dema dixwazin biçin van gundan, pêşî serî li fermandariya qereqolê didin û piştî vekolînan destûra wan tê dayîn. Li herêma ku bi awayekî zêde liv û tevgera TIR’an lê xwe dide der, her wiha ji hêla Sûriyeyê ve jî bi awayekî zêde dengê çek û teqînan tê.
Li van gundên ku tê îdiakirin wek eniya paş a Sûriyeyê tên bikaranîn, her wiha dîsa tê îdiakirin ku muduriyeta polîsan û rayedarên leşkerî temmî li niştecihên van gundan kirine da qewimînin li gundan bi tu awayî ranegihînin derve.
Gelo gund wek eniyên paş tên bikaranîn?
Li gel vê jî, li gor hin agahiyên bi dest ketin bi taybetî ev herêmên han boyî hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkyeyê wek navendên perwerdehiyê û veguhastina çavkaniyên lojîstik tên bikaranîn. Her wiha dîsa tê îdiakirin ku, komên ku piştevaniya wan tê kirin dema di şerê bi rejîmê re ditengijin, boyî piştevaniya van koman ji hêla Tirkiyeyê ve bi top û obusan êrîşê li dijî rejîmê pêk tên.
Rûsya jî nîşan dabû
Her wiha di dema qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, Serokê Gerînendetiya Operasyonên Sereke yê Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rûdskoy jî, dest nîşan kiribû ku Tirkiye bo komên li Lazkiyeyê bi awayekî nîzamî sewqiyata çekan dike û bi vî awayî heman herêm dest nîşan kiribû.
(red)