DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Şirnex ne rêyên mûazam, hilweşandina mûazam berdewam dike'

 
5 Cotmeh
09:08 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bersiv da gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim yen, 'Me li Şirnexê rêyên dûble çêkirine' û got: "Li şûna rêyên mûazam î dûble, xirakirineke mûazam li Şirnexe berdewam dike. Dewlet dixwaze bi derewên weke çêkirina rêyên dûble xirakirina Şirnexê veşêre."

Li Şirnexa ku nezî 7 meh e qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike, ji sedî 70'ê bajêr hatiye hişweşandin. Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo Şirnexa ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin gotibû, 'Me rêyen mûazam î dûble li Şirnexê çêkirine'. Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bersiv da van gotinên serokwezîr û got: "Li şûna rêyên mûazam î dûble, xirakirineke mûazam li Şirnexê berdewam dike. Dewlet dixwaze bi derewên weke çêkirina rêyên dûble xirakirinaŞirnexê veşêre."

'Ji bo hilweşandine biniximînin serî li van rêbazan didin'

Kadirhan bal kişand ser hilweşandina Şirnexê û axaftina xwe wiha berdewam kir:" Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê jî tu cih weke Şirnexê nehatine hilweşandin û ev bi destê dewletê tê kirin. Kel û pelên di malan de, xurde û bixurên ku ji malan tên derxistin tên dizîn. Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi tevlîbûna gelek dewletan pek hat, lê tu bajarên Ewropa bi qasî Şirnexê nehatin xirakirin û bi hilweşandinê re rû bi rû neman.Yan jî ev peênc sal e li Sûriyeyê şerê navxweyî heye, em gelek caran di televîzyonê de dibînin, hîn li van deveran jî weke Şirnexê der nehatine hilweşandin, nehatine xerakirin. Ji bo ku dewlet ser vê hilweşandinê binixumîne serî li van rêbazan dide."

'Aliyekî bajar xera kirine, li aliyê din reklama rêyên dûble dikin'

Kadirhan anî ziman ku dewlet li Şirnexê tu mafên zagonî û mirovî nas nake, ji ber ve yekê radibe reklama rêyên dûble dike û wiha berdewam kir:" We ji sedî 70'ê bajarek xirakiriye, tu plan û projeyên we der barê pêşeroja vî gelî de nîne, alîkariya ku tê xwestin bê kirin jî, hûn asteng dikin û hûn radibin reklama rêyên xwe yên dûble dikin!"

'Piştî qetlîaman dixwazin bi projeyên aborî gel bixapînin'

Kadirhan anî ziman ku, AKP û dewlet dixwaze bi paketên aboriyê gel bixapîne û wiha domand: "Piştî her hilweşandin û qetlîamê dewlet pakêtên aboriyê dixe dewrê, lê pirsgirêka vî gelî ya bingehîn ne aborî ye, siyasî ye. Heta ku daxwazên vî gelî yên siyasî neyên qebûlkirin, tu qîmeta paketên aborî û projeyên din jî nîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî, nabe çareserî."

Kadirhan herî dawî got ku dema gelê Şirnexê vegeriya malên xwe, dibe ku xirbeyên malên xwe jî nebînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Şirnexiyan bi hêvî, xwedana eniya xwe û bi kedeke mezin ew xanî ava kiribûn, lê niha li şûna wan xaniyan tiştek nemaye. Bajarên ku xirakirine dibêjin em ê rêyên dûble çêbikin."

(kom/no/red)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN