DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê dê bi bernameyeke dewlemend bê lidarxistin

 
5 Cotmeh
09:06 2016

SERHAT WELAT DAGDELEN

WAN (DÎHA)
- Li Wanê, mîhrîcana fîlman a ku ev 2 sal e bi navê “Rojên Fîlman” tê lidarxistin, dê îsal di navbera 7-15’ê cotmehê de bi navê 1’emîn Mîhrîcana Axtamara Wan Fîlmê bê lidarxistin. Di baregeha mîhrîcanê de dê 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmên kurtemetraj, 9 belgefîlm bên pêşandan û her wiha dê atolye, panel bên lidarxistin û konsert bên dayîn.

Mîhrîcana fîlman a ku ev 2 sale bi tevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn di bin navê “Rojên Fîlman” de dihat lidarxistin, dê îsal wek 1’mîn Mîhrîcana Axtamara Wan Fîlmê bê lidarxistin. Mîhrîcan dê di navbera 7-15’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Bi dengê xwezayê, ronahiya dîrokê, heqîqeta jiyanê” li Navenda Çandê ya Nûdayê bê lidarxistin. Piştî mihrîcana sala çûyî ya ku boyî bîranîna Yaşar Kemal hatibû lidarxistin rastî eleqeyeke zêde hat, amadekarên mîhrîcanê îsal xwestin bêtir fîlm, belgefîlman daxilî mîhrîcanê bikin û bi vî awayî hîn zêdetir xwe bigihînin mirovan.

Dê 9 fîlmên metrajdirêj 23 fîlmên kurtemetraj û 11 belgefîlm bên pêşandan

Dê di baregeha mîhrîcanê de 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmêm kurtemetraj, 11 belgefîlm bên pêşandan û li gel vê dê atolye, panel û konsert bên lidarxistin. Dê mîhrîcana fîlman ji bo sînemagerên nû û ciwanên ku bi nasname, çand û zimanê xwe hilberînan dikin bibe organîzasyoneke girîng.

Dê li navçeyan jî pêşandana fîlm û belgefîlman bê kirin

Di dawiya mihrîcana de ji bo piştevaniya projeyan dê alîkariya belgefîlm, fîlmên kurtemetraj û fîlmên xwedekaran ên ku ji aliyê lijneyê ve bên diyarkirin bê kirin. Her wiha dê di baregeha mîhrîcanê de li navçeyên wek Serva, Ebex û Payîzavayê jî pêşandana fîlman bê kirin.

Dê belgefîlma ewil “Yên Din” be

Di di baregeha mîhrîcanê de, dê ewil belgefîlma “Yên Din” a bi derhêneriya Ayşe Polatê hat kişandin bê pêşandan. Mijara belgefîlma “Yên Din”; şopa ermeniyên ku li wanê dijiyan, rastiyên 1915’an vedibêje.

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN