Heta ku mala gel bê vekirin dê li hewşê perwerde bibe
ÊLIH (DÎHA) - Mala Gel a Musa Anter bi tayînkirina qeyûmê ya Şaredariya Êlihê re hat girtin. Xwendekarên Mala Gel diyar kiin ku heta mala gel bê vekirin ew dê li hewşa saziyê perwerdehiya xwe berdewam bikin û perwerdehiya amûrê muzîkê dibînin. bertekên xwe anîn ziman.
Li Êlihê, 4 malên gel ên di sala 2007’an de ji aliyê Gerînendetiya Çandê ya Şaredariya Êlihê ve hatin vekirin û ji 7’an heta 70’ê saliyan rawestgeha gel bûn, piştî ji aliyê qeyûmê ve bi hinceta tadîlatê hatin girtin, biryara qeyûm rastî bertekên tund hat. Qursiyerên Mala Gel a Mûsa Anter, bi girtinê re jî bi paş ve gav neavêtin û perwerdehiya xwe yî gîtarê li baxçeyê malê didomînin. Perwerdekar Jiyan Cûcî diyar kir ku, ew ê êdî perwerdehiya xwe li baxçeyê mala gel bidomînin û got, heta mala gel bê vekirin ew ê xebatên xwe û perwerdehiya xwe li baxçe bimomînin.
‘Gelê me baş dizane ku me bi kîjan mebestê malên gel bi kar dianî’
Cûcî diyar kir ku, piştî mala gel hat girtin hem ew û hem jî xwendekarên wan hatine mexdûrkirin û wiha got, “Em pê hesiyan ku, dibêjin ji ber mala gel dervayî mebesta xwe hatiye bikaranîn, bo vê hatiye girtin. Em li vir dersên hunerî didin. Ji bo dersan bi awayekî zêde daxwaza xwendekaran heye. Piştî malên gel hatin girtin, hem li gel me hem jî li gel xwendekarên me bû cihê motîvasyoneke nebaş. Gelê me baş dizane ku me bi kîjan mebestî mala gel bi kar dianî. Çimkî malbat carinan bi zarokên xwe re dihatin qursan û perwerdehiya li vir didîtin.”
‘Cihwar boyî me ne girîng e’
Cûcî anî ziman ku, tenê ders di bin sîwanekê de nayên dayîn û wiha axivî: “Malên gel girtin, lê bila vê baş bizanibin em ê qethiyen bêhêvî nebin. Heta ku şert û mercên hewayê destûr bidin, em ê li vî baxçeyî dersên xwe bidin. Çimkî boyî me cihwar ne girîng e. Ya girîng ew e ku, zarok û ciwanên me ji huner û zimanê xwe nemînin. Heta ji dest me bê em ê destûra vê nedin.”
Azad Kayayê ku ev 3 meh e diçe qursa gîtarê jî dest nîşan kir ku, ji ber qeyûm mala gel girtiye ew li baxçe dersên xwe dibînin û wiha got, “Boyî perwerdehiya me nîvco nemîne, divê demildest mala gel bê vekirin.”
‘Heta dawî em ê nikaribin li baxçe dersên xwe bidomînin’
Harûn Bayram jî diyar kir ku ew zêdeyî 3 meha ye diçe qursa gîtarê û wiha axivî: “Ji ber mala me yî gel hat girtin, em li baxçe dersên xwe didomînin. Lê dema hewa sar bibe, em dê nikaribin. Ji ber vê ez zaf xemgîn im. Heta dawiyê em ê nikaribin li baxçeyê mala gel dersên xwe bidomînin û ji ber vê divê demidlest mala me yî gel bê vekirin.”
(red)