Bi qeyûmê re hilweşandina Sûrê leztir bû
AMED (DÎHA) - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, hilweşandina li navçeyê ya ji aliyê dewletê ve pêk tê bi awayekî pergalî gihîştiye asta herî jor. Li taxa Hasirliya Sûrê jî ku hemû hatiye hilweşandin bi kepçeyan erd tê kolandin.
Navçeya Sûrê ya Amedê ku ji 2'ê kanuna 2015'an heya 10'ê adarê bi tang û topan, ji 10'ê adarê jî heya niha bi makîneyên kar ji aliyê hêzên dewlete ve tê xerakirin. Hilweşandina 10'ê adarê destpêkir heya niha li taxa herî mezin Hasirli ya Sûrê dihat kirin. Piştî Hasirli bi erdê ve kirin yek niha jî li taxa Savaşê dest bi hilweşandinê hatiye kirin. Wek di dîmenên ji aliyê ajansa DÎHA'yê ve hatin kişandin de jî tê dîtin heta niha jî li taxa Hasirliyê bi makîneyên kar erd tê kolan.
Dewlet li Hasirliyê çima erdê dikole?
Li gor îdayên welatiyan dewlet ji taxa Hasirliyê tiştên bi nirx yên ji gelên ermenî, yahudî û suryanî mayîn didizin.
Piştî qeyûmê hilweşandina Sûrê leztir bû
Lê tişta balkêş ew e ku piştî tayînkirina qeyûma ser Şaredariya Sûrê li navçeyê hilweşandin gihîştiye asta herî jor. Di navbera çend deqeyan de du sê kamyonên molozan ji Sûrê derdikevin. Kamyon riyên deriyên Mêrdîn û Sarayê bikar tînin û esnaf û welatiyên derdorê jî ji çûn û hatina kamyonan aciz dibin.
Bedenên Sûrê tên rûxandin
Li aliyê din jî beden û bircên Sûrê ku di hezîrana 2015'an de ketin Lîsteya Mirasên Dîrokî ya UNESCO'yê, divê ku bizmarek lê neyê xistin, niha polîsan li ser Birca Keçikan çeper çêkirine. Li serê birce ala tirk bi stûnên mezin ve hatiye daliqaindin û kamerayên mobeseyê jî pêve hatine çikilandin. Her wiha bedenên Sûrê jî bi blokên beton hatine dorpêçkirin.
Heta niha jî di bin navê qedexeyê de Sûr tê tar û mar kirin.
(dy-bî/bg/mae)