DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Navê wê li neviya wê kirin

 
5 Cotmeh
09:01 2016

SADIYE ESER

STENBOL (DÎHA)
- Dayika ku hema bêjin me hemûyan an di daxuyaniyekê de yan jî li cihekî ku aştî tê xwestin dîtiye, Dayîka Meryem e. Dayika Meryem piştî hat qetilkirin navê wê li nevî wê ya ku bûye hat kirin. Niha hemû kes bi banga 'Dayika Meryem' gazî wê dikin û bi vê yekê Dayika Meryem didin jiyîn.

Dayika Meryem (Meryem Bulut) dayika ku hema bêjin me hemûyan di daxuyaniyekê de an di mîtîngekekê de an jî li cihekî ku aştî tê xwestin dîtiye, di teqîna 10'e Cotmah'a 2015'an a li Enqereyê pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Ger hûn çûbin çalakiya Dayikên Şemiyê dibe ku we, ew li wir dîtibe an jî ger hûn çûbin ber girtigehan dîsa we dikarîbû wê bibînin. Dayika Meryem li hemû qadan bû. Li Kobanê, Sêwasê, Şirnaxê, li biranîna Hrant Dînk, li çalekiya mertalên zîndî, li mîtînga aştiyê. Yek dibêje qey ji bo bibe dayika me hemûya hatiye dînê. Kî wê nasdikir jê re digot 'Dayika Meryam.'

Wê girtigeh bi kurê xwe naskir

Dayika Meryem 75 salî bû. Di darbeya 12'ê Îlonê de ji bo debara mala xwe bike diçin Îskenderûnê. 25 salan li vir dimîne. Kurê wê Ahmet di salên 90'î de tên girtin. Dema ji bo binçav kirinê polîs û leşker bi ser malê de digirin Ahmet dibêje: "Dayika min û bavê min li vir mêj dikin. Bi solên xwe nekevin hûndir" li ser vê leşker dibêjin; 'em ê seatekî Ahmet bigirin û wî berdin.' Li ser vê yekê birayê wî Şehmus dibêje "Ger wiha ye ez ê jî bi were bêm.' Ahmet di wesayetekî de Şehmus di wesayetekî de dibin qereqolê lê tene dîmênên ku du leşker ketine milên Ahmet tên li ber çavên Şehmus dimîne. Ahmet 14 rojan îşkence dibîne û dema derdixin dadgehê 4 meha ceza lê dibirin. Bi vê re rêya girtîgehê jî ji Dayika Meryem re tê xuyakirin û her tim diçe Girtigaha Malatyayê ku kurê wê Ahmet lê tê girtin. Piştî kurê wê Ahmet tê berdan polîs dev ji wî bernadin û Ahmet di sala 1992'an de diçe û çûn dibe dew çûn. Dayika Meryem jî piştî çûyîna kurê xwe Ahmet dûv hasreta wî dikeve. Pişt re hîn dibîn ku kurê tevlî refên gerîla bûye. Lê hêj jî nizanin ka jiyan dike yan na. Dayika Meryem bi vê hesretê jiyana xwe ji dest da. Dayika Meryem piştî kurê xwe Ahmet her dem diçû girtîgaha Îskenderûnê û ji girtiyên li wir re bacan, nanê ku çedike û fekî dibir.

Hem dayik hem kî bav bû

Piştî çûyîna Ahmet, Dayika Meryem di sala 1994'an de jî hevsere xwe winda dike. Wê demê carekê kurê wê Ahmet lê digere ji bo sersaxiyê û careke din tu agahî ji Ahmet nagire. Dayika Meryem ji 3 kur û 5 keçikan re hem dibe dayik û hem jî dibe bav. Piştî mirina hevsere wê Dayika Meryem bi zarokên xwe re berê xwe dide Stenbolê. Dayika Meryem her roj radibû seatekê televîzyon temaşe dikir, piştre çalekiyek hebe diçe wir nebe jî berê xwe dide Komara ku li cem mala wan bû. Wiha wexte xwe derbas dike. Li taxa ku lê dima kesekî ku wê nas neke nîne. Hemû kes wê nas dike û yên ku navbera wan ne baş be Dayika Meryem ew li hev dianîn.

Dayika Meryem: Ji bo hûn herdû jî nemîrin…

Rojekî ji rojan Dayika Meryem berê xwe dide Şirnexê û dibe mertala zindî, li wir leşkêrekê jê re dibêje; 'tu kalî çi karê te li vir heye.' Bersiva Dayika Meryem amedeye û wiha dibêje: "Ji bo tu nemirî ez hatime vir. Bila guleya te jî were li min bikeve, a gerîla jî bila bê li min bikeve. Bila ez bimirim hûn herdu jî nemirin. Bila ev xwin bê seknandin." Bi van gotinan em careke din dibînin ku Dayika Meryem çiqas aştî ye dixwaze. Dema şerê Kobanê dest pê dike jî nasekine, diçe Kobanê û ji bo Kobanê alikariyê kom dike. Heman demê neviyê wê Onur Polat (Çekdar Batman) jî di nav refê YPG'ê de tedikoşe. Neviyê wê Polat li Kobanê di 9'ê Nîsana 2015'an jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Meryem hêj dijî

Piştî Dayika Meryem jiyana xwe ji dest dide keçîkeke kurê wê Şehmus çêdibe û navê Meryem lê dikin. Di nav mal û ji derve de hemû kes ji keça Şehmus re dibêjin Dayika Meryem. Wê wekî dayika xwe dibînin.

Dayika Meryem her dem bi keça xwe Behiye re ye. Keça wê Behiye Polat bi gotinên 'Ez û dayika xwe her tim bi hevre bûn. Piştî em hatin vir jî em her dem bi hevre bûn û em bi hevre diçûn hemû deran. Dayika min dûv kezaba xwe bû lê kezaba xwe nedît' hestên xwe anîn ziman. Niha Polat dema wêneyê dayika xwe dibîne ji êşa wê xwîn diherike.

Ew jî wekî dayika xwe aştiyê dixwaze

Keça Meryem Hîkmet Polat da zanîn ku dayika wê ji aştiyê zêdetir tiştek nedixwest û wiha got: "Dema ji bo dayika xwe veşêrim em çûn ser gorê min gazî dayika xwe kir. Dayê serî rake. Li min binêre. Ma ax girane yan birîna te qedare. Çavên xwe ji min re veke. Ji min re bejê keça min bese. Lê dayika min dengê min ne bihîst. Di navbera miriyan kurê min û dayika min de 6 meh heye. Min digot wê axê biavejin ser min neavêjin ser Çekdarê min. Ew ax avêtin ser dayika min ne avêtin ser min. Ew ax avêtin ser dayika min. Min gazî kurê xwe kir. Min got; 'Berxê min rabe min dayika xwe ji te re mêvan aniye. Ka serî rake birîna te qedara yan ya dayika min qadera. Îşev birîna dayika min derman bike." Hîkmet jî wekî dayika xwe aştiyê dixweze.

Kurê Dayika Meryem Şehmus Bulut jî, got ku sicada dayika wî ya ku herdem li ser mêj dikir vala ma ye û wiha axivî: "Dayika min berê ku biçe Enqereyê em hemû lihev kom kirin û me xwarin bi hev re xwar. Sankî dizxanî bû ku ew dîtîna me ya dawî bû. Wekî ew xarina me xatir xwestinê bûn. Dayika min 25 salan li dûv hasreta kurê xwe bû. Dayika min pir ji gulan hez dikir. Piştî em hatin vir li balkonê gul çandibûn. Ew gul bi destên wê geş dibûn. Em dixwazin ku kujerên komkujiya Enqereyê bên dîtin û darizandin."

Êşa Dayika Meryem hej jî li mala wan taze ye. Disa dara xoxê ya ku çandibû şîn bû û pîştî Dayika Meryem jiyana xwe ji dest da kurê wê Şehmus ew dar bir li ser gora wê çand.

(mb)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN