DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

* ROJEVA 05'Ê COTMEHA 2016'ANA NAVENDA NÛÇEYAN

5 Cotmeh
09:00 2016

* Dayika ku hema bêjin me hemûyan an di daxuyaniyekê de yan jî li cihekî ku aştî tê xwestin dîtiye, Dayîka Meryem e. Dayika Meryem piştî hat qetilkirin navê wê li nevî wê ya ku bûye hat kirin. Niha hemû kes bi banga 'Dayika Meryem' gazî wê dikin û bi vê yekê Dayika Meryem didin jiyîn.

* Di operasyona ku beriya 4 rojan li gundên Licê hat destpêkirin de wesayitek ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Di encama operasyonan de qadekî berfireh jî hat şewitandin.

* Di operasyona ku beriya 4 rojan li gundên Licê hat destpêkirin de wesayitek ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Di encama operasyonan de qadek mezin jî hat şewitandin.

* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, hilweşandina li navçeyê ya ji aliyê dewletê ve pêk tê bi awayekî pergalî gihîştiye asta herî jor. Li taxa Hasirliya Sûrê jî ku hemû hatiye hilweşandin bi kepçeyan erd tê kolandin. Welatiyên Sûrê ida dikin ku kolandin ji bo zêrên di bin erdê bên derxistin pêk tê.

* Li Silopiyayê qeyûmê hat tayînkirin, wek destpêk bi girtina saziyên jin û çandê dest bi kar kir. Şagirten saziyan, li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, dibe ku deriyê avahiyan bê girtin, lê ew dê hêza xwe ya hunerî li her kolanê ava bikin.

* Sakîne Demîra 80 salî ku ji Rihayê hat Mûşê, li hestiyên kurê xwe yî ku beriya 24 salan di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da digere.

* Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bersiv da gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim yen, 'Me li Şirnexê rêyên dûble çêkirine' û got: "Li şûna rêyên mûazam î dûble, xirakirineke mûazam li Şirnexe berdewam dike. Dewlet dixwaze bi derewên weke çêkirina rêyên dûble xirakirina Şirnexê veşêre."

* Di 7’ê cotmehê de, li Amedê dê yekemîn danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek pêk bê. Beriya danişînê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Seydî Firat, ji boyî dawî li derhuqûqiya bê, bang li gelê Amedê û rêxistinên sivîl kir, da beşdarî danişînê bibin.

* Hevserokê DBP'a Şahinbey a Dîlokê Lami Çiçek, diyar kir ku midûriyeta polîsan li wî geriya û diyar kirin ku dibe li dijî avahiya wan êrîş pêk bê. Çîçek, da zanîn ku li gel ku midûriyeta polîsan dizane dê êrîş pêk bê jî tedbîr negirtine.

* Mala Gel a Musa Anter bi tayînkirina qeyûmê ya Şaredariya Êlihê re hat girtin. Xwendekarên Mala Gel diyar kiin ku heta mala gel bê vekirin ew dê li hewşa saziyê perwerdehiya xwe berdewam bikin û perwerdehiya amûrê muzîkê dibînin. bertekên xwe anîn ziman.

* Gundên Kizilçat, Pûllûyaziya Jêr û Jor ên Yayladagiya Hatayê ku ji aliyê çeteyên Tirkiye li Sûriyeyê piştevaniya wan dike wek eniya paş tên bikaranîn, ji bilî niştecihên gund destûra têketina tu kesî nayê dayîn.

* Hevserokê GOÇ-DER’ê Yilmaz Kan têkildarî rapora ku boyî Sûrê amadekirin axivî û ragihand ku 34 hezar malbatên ku ji neçarî koç kirin, piştî bidawîbûna qedexeyê dixwazin avahiyên wan wek berê bên restorekirin.

*Gelê Şirnexê ku ev 7 meh in li hember êrîşên dewletê di konên derdora bajêr de li ber xwe didin diyar kirin ku di şert û mercên zivistanê de ew dê nekarin jiyana xwe li konan de berdewam bikin.

* Kedkarên perwerdehiyê ku ji peyvirê hatin girtin, bi minasebeta 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cîhanê dê li pêş Wezareta Perwerdehiya Neteweyî çalakiya rûniştinê pêk bînin. (10.30-12.00)

* Hunermend Şarik Apo ku li Almanya ji ber nexweşiyê jiyanaxwe ji dest da dê li Dara Hênê ya Çewlikê bê definkirin. (12.00)

ÇAND Û HUNER

Li Wanê, mîhrîcana fîlman a ku ev 2 sal e bi navê “Rojên Fîlman” tê lidarxistin, dê îsal di navbera 7-15’ê cotmehê de bi navê 1’emîn Mîhrîcana Axtamara Wan Fîlmê bê lidarxistin. Di baregeha mîhrîcanê de dê 9 fîlmên metrajdirêj, 23 fîlmên kurtemetraj, 9 belgefîlm bên pêşandan û her wiha dê atolye, panel bên lidarxistin û konsert bên dayîn.

JIN

Hevserokê DBP'a Şahinbey a Dîlokê Lami Çiçek, diyar kir ku midûriyeta polîsan li wî geriya û diyar kirin ku dibe li dijî avahiya wan êrîş pêk bê. Çîçek, da zanîn ku li gel ku midûriyeta polîsan dizane dê êrîş pêk bê jî tedbîr negirtine.

* Jina bi navê Aynur Elçîoglû piştî hevserê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da nexweş ket. Elçîoglû him li hemberî nexweşiya pençeşêrê tekoşîn dide him jî li hemberî zilm û zordariya dewleta tirk li gel 5 zarokan li ber xwe dide.

ABORÎ

* Aborînas daxistina pûnên Tirkiyeyê yên ji aliyê Saziya Pileyî ya Krediyê Moody’s ve nirxandin û rewşa aborî ya ku Tirkiye di nav de ye dest nîşan kirin û gotin, biryara ku Moody’s daye, dê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN