Sercerdevan li Xarpêtê hat kuştin
XARPÊT (DİHA) - Li navçeya Madenê ya Xerpêtê sercerdevanê bi navê Remzi Aydogan hat kuştin. Birayê wî jî birîndar bû.
Li mezrika Dûtê ya gundê Koçkonagi ya navçeya Madenê ya Xerpetê şevê din Sercerdevan Remzi Aydogan (53) û birayê wî Celil Aydogan (48) rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşa çekdarî de sercerdevan Remzî Aydogan jiyana xwe ji dest da. Birayê sercerdevan Celîl Aydogan jî birîndar bûn. Piştî bûyerê leşkeran li herêmê operasyon pêk anîn.
(mae)