DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bi kincên kurdî û muzîka kurdî, guhdar sermest kirin

 
4 Cotmeh
22:32 2016

AMED (DÎHA) - Hunermendên ji Ewrupa hatin, bi kincên kurdî û muzîka kurdî derketin ser dikê û ziyafeteke muzîkî muzîkhez sermest kirin.

Xwendekarên Konservatûara Aram Tîgranê wek her sal piştî bi dawîbûna kargeha muzîkê, îsal jî konsereke muzîkê li dar xistin. Di konsera îsa de, gelek muzîkjenên profesyonel ên ji Ewropa hatin cih girtin û konser li Navenda Eand û Hunerê ya Cegerxwîn hat li darxistin. Konsera ku bi tevlîbûna Kemanjen Natasa Grujic, Kemanjen Brûsk Zanganeh, Viyoljen Samuel Alexander Runsteen, Çellojen Willem Meindert Stam, Piyanojen Sergio Andres Escalera Soria, Senturjen Ramîn Rebi-î, Tarjen Peyman Salehyan, Defjen Şêrko Kanîwar, Vokaljen Alî Tekbaş û bi beşdarbûna bi sedan muzîkhî hat lidarxistin. Muzîsyenan bi amurên xwe û muzîka xwe guhdar mest kirin. Di heman demê de ji muzîsyenan Salehyan, Rebi-î, Kanîwar û Tekbaş mamostayên Konservatuara Aram Tîgran in.

Muzîsyen bi cilên kurdî derketin ser dike û bi muzîkên kurdî dest bi ziyafeta muzîkê kirin. Muzîkhezan jî elekqeyek mezin nîşanî muzîsyenan da û li ser piyan ew pîroz kirin.

'Em bi tenê nehiştin'

Piştî ziyafeta muzîkê Seroka Daireya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cevahîr Sadak Duzgun kulîlk da muzîsyenan. Duzgun axaftinek kurt kir û da zanîn ku ew di rojên teng de derbas bidin û wiha got: “Di van rojên ku zext li ser çapemeniya kurd, siyaseta kurd û şaredariyên kurd de ji bo humernemdan em bi tenê nehêlane û hêz dan xwendekarên me, em spasiya wan dikin.”

(bî-dy/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN