DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Balafirên şer gundî gulebarankirin: Kesek mir, yek jî birîndar bû

 
4 Cotmeh
20:34 2016

BEDLÎS (DÎHA) – Balafirên şerî hawirdora gundê Herdeyê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bûye.

Li gor agahiyên ji Wekîlê Hevserokê DBP’a Bedlîsê Ercan Guzelkaya hatin wergirtin, balafirên şerî bi saetan ahwirdora gundê Herdeyê yê girêdayî navenda Bedlîsê ye bombebaran kirine. Di encama bombebaranê de, ji niştecihên gund Radîfe Erdemîr a ku li nav baxçeyê xwe bû, jiyana xwe ji dest da.

Niştecihê gund Abdulbakî Bîzans jî birîndar bû

Abdulbakî Bîzans ê ku di bombebaranê de birîndar bû, xizmên wî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Hat ragihandin ku rewşa bîzans giran e û tedawiya wî didome.

Her wiha cenazeyê Radîfe Erdemîr a ku jiyana xwe ji dest da jî, rakirin morga heman nexweşxaneyê.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN