Polîsan bi ser TV 10’ê de jî girtin - HATE NÛKIRIN
STENBOL(DÎHA) - TV 10 a ku der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn, polîsan bi ser avahiya wê de girt.
Ji 12 TV û 11 radyoyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) der barê wan de biryara girtinê hat dayîn, yej jê jî TV 10 bû. Piştî vê biryara polîsan li Esenyûrtê bi ser navenda TV 10’ê de girtin. Piştî serdegirtin û mohrkirina ÎMC TV, Ozgur Radyo û Hayatin Sesî TV’yê, polîsan îro jî li gel karmendên darayî berê xwe dan TV 10’ê. Polîsên ku hawirdora avahiyê dorpêçkirin, rastî bertekên gel hatin.
Xebatkarên TV’yê dema polîs hawirdora avahiyê dorpêçkirin, nehiştin polîs têkevin avahiyê, lê li gel mudaxileyan ketin avahiyê û ewil berê xwe dan oda rejiyê ya ku qumandaya sereke ya TV’yê lê cih digirt.
Tê payîn ku polîs û karmendên darayî yên li hundir jimariya amûran dikin,ku dê piştî jimariyê deriyê TV’yê mohr bikin.
(red)