DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Licê helîkoptêran wesayîtek sivîl gulebarankir

 
4 Cotmeh
18:47 2016

AMED (DÎHA) - Di operasyona ku beriya 4 rojan de li gundên Licê hate destpêkirin de wesayitek ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Her wiha di encama operasyonan de qadekî berfireh jî hat şewitandin.

Walîtiya Amedê di 1'ê cotmehê de li 13 gundên navçeyên Hênê û Licê yên Amedê “Qedexeya derketina derve” îlan kiribû û bi vê qedexeyê re jî, helîkopterên şerî herem bombebaran kirin. Di operasyona ku rojekê berdewam kir de, ji herêmê agahiyên pevçûnan hatin ergirtin.

Wesayitek sivîl hat bombebarankirin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatin wergirtin, wesayiteke ku nehat zanîn ya kî/kê ye ji aliyê helîkopteran ve hat bombebarankirin. Di encama bombebarankirinê de ,piştî operasyonê bermahiyên pîvanên şerî xwe dar der û hat dîtin ku wesayit hatiye asta ku hew bê bikaranîn. Ji şopên li ser wesayîtê diyar bû ku, wesayît rastî bombe û guleyan hatiye. Têkîldarî kuştî û birîndaran li wesayîtê nehat zanîn.

Gelek dar jî ji ber gulabaranê şewitîn

Li derdora gundê Sîsê jî cardin ji ber êrîş û gulebarankirina helîkopteran agir bi daristanan ket. Ji ber agirê ku gulebarankirina helîkopteran derket gelek dar şewitîn. Her wiha li heremê nêzî 50 donim daristan jî şewitî.

(bb-ua/bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN