Polîtîkayên AKP’ê li Qereyaziyê hatin şermezarkirin
ERZIROM (DÎHA) – Tayînên qeyûmê yên arasteyî şaredariyên DBP’î, girtin û binçavkirin, girtin û rawestandina weşanên TV’yan li Qereyaziya Erziromê hatin şermezarkirin.
Li Qereyaziya Erziromê, têkildarî tayînên qeyûman ên arateyî şaredariyên DBP’î, girtin û binçavkirin, girtin û weşandina TV û radyonên ku yên kurdî jî di nav de, bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniya ku bi sedan kes beşdarî wê bûn de, Hevserokê DBP’a Erziromê Muhlîs Kirmacî axivî. Kirmacî diyar kir ku, ew qeyûmên hatine tayînkirin bi tu awayî qebûl nakin û dest nîşan kir ku ev li dijî îradeya gel derbe ye.
Kirmacî, girtin û rawestandina weşana qenalên kurdî şermezar kir û got, dê li dijî van pêkûtiyan ew ê çalakiyên xwe yî demokratîk bidomînin û dest nîşan kir ku, îktîdara siyasî li dijî her kesê ku ne AKP’yî ye şidet û sepandinên çewisandinê dixe dewrê.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(red)