DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji DBP'ê banga kongreyê

 
4 Cotmeh
17:37 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê bang li gel kir ku piştgiriyê bidin kongreya wan a awarte ku dê di 25'ê Cotnehê de bê lidarxistin.

Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê derbarê 3'yemîn kongreya xwe ya awarte ku dê di 25'ê Cotmehê de pêkbînin de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxist. Di civîna ku nûnerên bajar û navçeyan tevlî bûn de berdevkê komîsyona kongreyê Hakan Abî axivî. Abî, da zanîn ku piştî navenda giştî kongreya xwe pêk anî ew ê kongreya xwe ya herêmî pêk bînin û anî ziman ku ji bo rêveberiyek xur pêwîstiya wan bi alîkariya gel heye.

Abî, destnîşan kir ku komîsyon di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomîne û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku ji bo rêveberiyek xurt ji 3'yemîn kongreyam me ya awarte ku em ê di 25'ê Cotmehê de pêk bînin derkeve tevlî hemû qadên wê bibin. Em dizanin ku gelê me her tim bi me re ye û em ê xebatên xwe yên kongreyê bidomînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN