Piştî taloqkirina OHAL'ê dolar difire
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Piştî taloqkirina OHAL'ê sekn ji dolar re tuneye, her diçe buha dibe.
Piştî taloqkirina OHAL'ê û saziyên merheleya krediyê yên navneteweyî her diçe pûanên Tirkiyeyê ber bi jêr ve dadixin. Her ku pûan dadikeve li Tirkiyeyê teql li dolar dikeve. Dolar/TL ê ku li gorî yekeya pereyê welatê bi pêş dikevin bi awayekî negatîfî ji wan vediqete û zêde dibe, bi tepkîmeya rîskên polîtîk û hêzdariya global a dolarî, bi 3,04'an xwe gihand lûtkeyê.
Her wiha, duh daneyên eflasyonê yên meha îlonê hatibûn ragihandin û diyar bûbû ku dane li bin hêviya ku dihat kirin de mabûn û bi vê re faîz ketibûn lê para piyasayan jî zêde bûbû.
(red/mb)