DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnameger dê girtina TV û Radyoyan protesto bikin

4 Cotmeh
16:50 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêsitinên kedê yên çapemeniyê û rojnameger dê girtina televîzyon û radyoyan bi daxuyaniya ku dê li ber Lîseya Garatasarayê bidin protesto bikin.

Rêsitinên kedê yên çapemeniyê û rojnameger serdegirtina polîsan û mohr kirina deriyên ÎMC TV, Hayatin Sesi, TV 10, Ozgur Radyoyê dê bi daxuyaniya ku saet di 19.00'an de li ber Lîseya Garatasarayê bidin protesto bikin.

Dê xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hatiye girtin, ÎMC TV, Hayatin Sesi, TV 10, Ozgur Radyo, Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC),Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, DÎSK Basin-Îş û gelê ku xwedî li mafê xwe yê giritna nûçeyan derdikevin tevlî daxuyaniyê bibin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN