16 kes li Ozgur Radyo hatin binçavkirin
STENBOL (DÎHA) - Polîsên ku bi ser avahiya Ozgur Radyo de girtin, 16 nuçegîhan û xebatkarên Ozgur Radyo binçav kirin.
Bi biryara KHK'ê 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin û weşanên wan hatin qutkirin. Piştî girtina radyo û televîzyonan polîsan bi ser avahiya Ozgur Radyo de girt û 16 kesên li radyo binçavkirin. Polîsan di serdegirtina radyo de deriyê radyo şikandin û li avahiya radyo lêgerîn kirin. Polîs û karmendên maliyê alav û amûr hemû jimartin û girtek girtin. Polîsên ketin hundir xebatkarên radyo bi lêdanê binçav kirin. Nûçegîhana JÎNHA Oyku Dilara Keskin û ETHA Pınar Gayip û jî dinavde 16 radyo binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin wiha ne:
Xebatkarên Radyo; Alî Sonmez Kayar, Can Karakulak, Ardanuş Ateş, Zeynep Derya Yıldız, Midûra ETHA Arzu Demir, Nûçegîhanên Etha Onder Oner, Ezgi Ozer, Gerînendeyê Rojnameya Atilim Deniz Bakir, Endamê ESP'ê Sedat Şenoglu, Endamê Kordîna Bajar a HDK'ê Ahmet Ayva, Nûçegîhana JINHA Oyku Dilara Keskin: xebatkarê radyo Nevcihan hatin binçavkirin.
(mae)