DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji nûçegihana JINHA'yê Zeyrek re 15 meh ceza

 
4 Cotmeh
15:58 2016

EDENE (DÎHA) - Ji nûçegihana JINHA'yê Fîlîz Zeyrek ku bi hinceta tevli meşa 'ji tiryakê re na' bûye doz hatinbû vekirin, 15 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û cezayê wê hat taloqkirin.

Derbarê nûçegihana JINHA'yê Fîlîz Zeyrel ku di sala 2013'an de li Edeneyê tevli meşa 'ji tiryak, fuhuş, sîxurtî û pişaftinê re na' bû bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kiriye' doz hatibû vekirin û rûniştina dozê ya biryarê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.
Zeyrek, Bîlal Ak û Mahmut Atak ên ku bêyî girtî dihatin darizandin tevlî dozê nebûn û parêzerên wan di dozê de amade bûn. Meqama îdîayê mutala pêşkêşî danaşînê kir û ji bo her bersûcekê bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kirine" ceza xwest.

Heyeta dadgehê ku îdîaya danişînê li ber çavan girt, delîlên di dosyayê de jî li ber çavan girt û ji bo Zeyrek û 2 kesên din bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê kirine" 10 meh cezayê girtîgehê birî û bi sûcdariya "bûna muxalefet ji bo meş û civînan" jî 5 meh cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê cezayê 15 mehan ê ji bo her 3 kesan birî biryara taloqkirina ceza jî da.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN