DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamên RTUK'ê: Biryar ne ya me ya îxtidarê ye

 
4 Cotmeh
15:28 2016

ENQERE (DÎHA) - Endamên RTUK'ê di hevdîtina bi rayedarên radyo û televîzyonên hatin girtin re kirin de gotina "gahiya me ji tiştên diqewime tuneye. Em jî nikarin tiştekî bikin. Mafê xwe li dadgehên navneteweyî bigerin" bi kar anîne û gotin ku reşkirina weşanan bi mudaxaleya îxtidara siyasî pêk hatiye.

Nûnerên Hayatin Sesî, Jiyan, Azadî, Zarok TV û Ozgur Radyoyê hatin Enqereyê û ketin nava hewldanan. Nûnerên saziyan bi midûrên taybet ên endamên RTUK'ê yên CHP, HDP, MHP'î ve hevdîtin pêk anîn û li hemberî nehiqûqiya hate kirin nerazîbûn nîşan dan. Li gorî agahiyan endamên RTUK'ê diyar kirine ku agahiya wan ji tiştên ku tên kirin nîne û biryarên ku tên girtin siyasî ne, bêyî wan bi bay-paskirina RTUK'ê ev biryar hatine girtin, bi komîsyona ku bi serokatiya Nûman Kurtulmuş hatiye avakirin girtiye, ew jî nizanin kî di vî komîsyonê de cih digire. Hate hinbûn ku rayedarên RTUK'ê wiha gotine: "Peywira bidawîkirinê bi KHK'ê ve ji destê me hatiye girtin, bi biryarên MGK û wekî polîtîkaya dewletê ev biryar tên girtin û pêk tên. Tiştekî bikin tuneye." Hate hînbûn ku endamên RTUK'ê gotine ku ji bo ev mexdûrbûn ji holê bê rakirin pêşniyar kirine ku biçe rojeva saziyên navneteweyî û gotina "mafê xwe li dadgehên navneteweyî bigerin" bi kar anîne.

Hate hînbûn ku di rojên pêş de dê betalkirina lîsansa kanalan jî bê rojeva RTUK'ê AKP û heke MHP jî piştgiriyê bide dê lîsansên weşanan bê betalkirin.

Di vî navberê de nûnerên saziyan ên li Enqereyê de dê bi HDP û CHP'ê re hevdîtinê pêk bînen. Nûnerên saziyan ji AKP'ê jî daxwaza hevdîtinê kirine lê heta niha bersivek nehatiye dayîn, têkîldarî hevdîtina ku tê xwestin sibehê bi Numan Kurtulmuş re bê kirin jî bersivek nehatiye dayîn.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN