Ji jinên girtî ji bo Şirnexê çalakî
SÊRT (DÎHA) - Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, xirakirin û talankirina Şirnexê bi çalakiya dengderxistinê protesto kirin.
Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin, xirakirina Şirnexê ku hêjî qedexeya derketina derve lê didome bi çalakiya dengderxistinê protesto kirin. Di çarçoveya çalakiya ku ji bo di raya giştî de hişyarî bê avakirin de girtiyan karavanên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin dayîn negirtin û bi lêxistina deriyên koguşan çalakiya deng derxistinê pêk anîn.
Hat zanîn ku jinên girtî derbarê mijarê de ji wezaretên Edalet û Karên Hundir re daxwazname nivîsandine.
(mb)