DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser Ozgur Radyo de girtin

 
4 Cotmeh
15:02 2016

STENBOL (DÎHA) - Polîsan bi ser Ozgur Radyo ya ku bi biryarnameya serokwezîriyê hat girtin de girtin. Deriyê radyoyê hat girtin û xebatkarên radyoyê hatin binçavkirin.

Polîsan bi ser Ozgur Radyo ya ku bi Biryarnemaya di Hikmê Qanûnê de hat girtin de girtin. Xebatkarên RTUK'ê yên hatin avahiya radyoyê ya Kadikoyê odeya weşanê mohd kirin û gotin ku dê kesekî bin çav nekin.

Xebatkarên radyoyê gotin ku ew ê weşana xwe bidominin û ji ber vê yekê jî dê derî venekin.

Deriyê radyoyê şikandin

Polîsan kolana ku radyo lê ye li trafîkê re girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin hundir xebatkarên radyoyê bi derskirinê bin çav kirin. Xebatkarên radyoyê bi slogana "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" serdegirtin û binçavkirinan şermezar dikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN