DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎHD'ê bal kişand ser binpêkirinên li zindanan

 
4 Cotmeh
14:43 2016

STENBOL (DÎHA) - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikşîne ser zextên li ser girtiyên siyasî, raporên têkildarî Girtîgeha Tîpa R a Menemen û Girtîgeha Silivrî amade kiribû bi raya giştî re parve kir.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên siyasî û rapora der barê Girtîgeha Tîpa R a Menemen û Girtîgeha Silivrî ku amade kiribû bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Endamê komîsyona girtîgehan prz. Gulseren Yolerî û Prz. Zeynep Ceren Boztoprak rapor amade kirin û parve kirin. Endama ÎHD'ê Sevim Kalman rapor xwend. Kalman, anî ziman ku rapor li gorî name, xizmên girtiyan û hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re hatiye amadekirin û hemû ji agahiyên teqez pêk tên. Kalman, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û Girtîgeha Sîlîvrî zext û binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Em dê di demên pêş de Girtigehên Herêma Marmarayê ziyaret bikin. Me bi 12 girtiyan re rû bi rû hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên me kom kirin û kirin rapor wiha ye:

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Bîlîr Kaya:

Kaya diyar kir ku li gel Înan Kizilkaya di heman hucreyê de di bin terîdê dene. Daxwazên wan ên kantînê pêk nayên. Kesekî ji doza FETO dihat darizandin 3 rojan di hucreya me de hat girtin. Li vir ewlehiya canê me tune ye.

Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya:

Înan jî heman daxwaz parve kirin.

Girtiya Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Sibel Çapraz:

Girtîya nexweş û birhîndar ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dimîne Sîbel çapraz jî li gel rapora "Nikare bimîne" dîsa tê girtin. Dîsa 15 caran emeliyat bûye. Li gel ku divê di nexweşxaneyek taybet de bê dermankirin jî jî dîsa nayê dermankirin. Tenê bi emeliyatan tedawî nayê kirin. Li gel nikare bi serê xwe pêdiiviyên xwe bibîne jî di yek hucreyê de tê girtin. Dixwaze sewqî girtîgeha Wanê ku hevalên wê bibin alîkarê wê heye.

Girtîyê Girtîgeha Tîpa R a Menemenê Ergin Aktaş:

Aktaş du destê wî tune û nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne. Li gel ku ATK'ê rapora nikare bi serê xwe bibîne daye jî dîsa bi serê xwe di yek hucreyê de tê girtin.

Girtiyê Girtîgeha Silivri Muslum Cevahir Vurucu:

Ji 15 rojan carekê bi telefonê bi malbatê re hevdîtin dike. Ji 2 mehan carekê derdikeve hevdîtina vekirî. Tê gotin ku heta hezîrana 2017'an dê nikaribe derkeve hevdîtinê. Rojnameyên Gundem, Birgun û Evrensel nadin wan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN