Karmendên zanîngehê ji bo piştgiriyê bidin mamosteyan di çalakiyan de ne

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Karmendên Zanîngeha Silêmaniyê ji bo piştgiriyê bidin mamosteyan û ji ber ne dayîna mûçeyan dest bi çalakiyan kirin.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê karmendên Zanîngeha Silêmaniyê ji bo piştgiriyê bidin mamosteyan û li dijî sîstema paşxistina mûçe û nehatina mûçeyan di dema xwe de protesto bikin li ber fakûlteya Endazyarî ya zanîngehê kom bûn û dest bi çalakiyan kirin.
Karmendan beriya çalakiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê nûnerê karmendên Zanîngehê Hewkat Mihemed ve hat xwendin. Mihemed anî ziman ku ew wekî beşek xebatkarên zanîngehê, ji bo piştgirî bidin daxwazên mamostayan ên ji bo rakirina sîstema paşxistina mûçeyan li vir kom bûne û wiha got: "Em hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hişyar dikin. Em dibêjin divê hemû aliyên berpirs û siyasî di demek kin de divê guh bidin daxwazên mamosta û karmendan. Ger guh nedin daxwazan dê li tevahî dibistan, zanîngeh û saziyan mamoste û karmend dest ji kar berdin."
Karmendan daxwazên xwe wiha rêz kirin;
-Divê sîstema paşxistina mûçeyan bê rakirin û divê mûçe ji sedî 25'ê kêmtir nebin.
-Mûçeyê hemû mehan di dema diyarkirî de bê dayîn û divê ji 30 rojan derbas nebe.
-Cardin rêzdarî ji bo mamoste, karmend û xwendekarên zanîngehê bê girtin.
Mihemed di dawiya daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: "Ger hikûmet û hemû aliyên di nava hikûmetê de amade nebin demek herî zû de van daxwazên karmend û mamostan pêk bînin, wê demê divê demek herî kurt de dest ji kar berdin, cihê xwe bidin gel ji bo derbaskirina krîzên heyîn. Em îro dest bi çalakiya xwe dikin û heta bersivek ji daxwazên me re neyê dayîn em ê çalakiya xwe bidomînin."
Beriya niha jî li bajarên Kelar, Duhok, Silêmanî, Helepçe, Ranya û gelek bajarên din mamoste û karmendên zanîngehê ji ber krîza li Başûr û nedayîna mûçeyan dest ji kar berdabûn û diyar kiribûn ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê venegerin ser karê xwe.
(mb)