Hêjmara kuştiyên Hesekê gihişt 29'an
NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku hejmara qurbaniyên komkujiya Hesekê gihiştiye 29’an.
Rêveberiya Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê girêdayî êrîşa li dijî dawetê li bajarê Hesekê ji ANHA’yê re daxuyand ku hejmara qurbaniyê komkujiyê gihişt 29’an. Hat zanîn ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan jin û zarok in. Rayedaran diyar kir di êrîşê de 80 kes jî birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyên bajarên Hesekê û Amûdê. Hevseroka Desteya Tenduristiyê bang li welatiyên Hesekê û Amûdê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyan û xwînê bidin.
(mae)