DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li Estonyayê yekemcar jinek bû Serokomar

 
4 Cotmeh
09:46 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di dengdana li parlamentoya Estonyayê de, yekemcar jinek ji bo Serokomariyê hat hilbijartin.

Li Estonyayê ji bo serokomariya welat di parlamentoyê de hilbijartin pêk hat. Ji bo li şûna Serokomar Toomas Hendrîk Îlves li parlamentoya Estonyayê di encama dengdanê de biyologa navdar Kerstî Kaljulaîd (46) wekî yekem Serokomara jin a welat hat hilbijartin. Kaljulaîd di tûra şeşemîn a dengdanê de ji 98 dengan 81 deng girtin û bû serokomar.

Ji Serokwezîrên berê û komîserên Yekîtiya Ewropayê Sîîm Kallas û Wezîra Karên Derve ya berê Marîna Kaljurand wekî hevrik derketibûn pêşberî Kerstî Kaljulaîd. Kaljulaîd ku demeke dirêj wekî biyologekê di cîhana zanistê de cih girt, ji sala 2004'an û vir ve wekî nûnera Estonyayê di Dadgeha Hesab a Ewropayê de cih digirt û li dozên malî yên welatên Ewropayê mêze dikir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN