DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Cerablûsa ‘hat rizgarkirin’ qaçaxçîtiya leşkeran

 
4 Cotmeh
09:16 2016

DÎLOK (DÎHA) - Li herêma ku ji Cerablûsê heta Ezazê hatiye dagirkirin, hema bêje her roj sewqiyata leşkerî pêk tê û hat diyarkirin ku li gel vê sewqiyatê leşker li ser sînor qaçaxçîtiyê jî dikin û ji cerablûsiyên ku dixwazin vegerin bajarê xwe di navbera 500-1000 lîreyî de pere distînin.

Piştî Cerablûs ji hêla çeteyên ku MÎT’ê piştevaniya wan kir hat dagirkirin, hema bêje her roj bi nûçeyên wek cerablûsî û gelê li herêmê bi awayekî ewleyî diçin bajarên xwe tên serwîskirin. Lê hat ragihandin ku ji çileya 2014’an vir ve Deriyê Sînor ê Qarqamişê girtiye û destûra çûyîn û hatina tu kesî nayên dayîn. A.L. ê cerablûsî yê ku ji ber ewleyiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin got, leşker destûrê nadin ku ew biçin bajarê xwe. A.L. got, di nûçeyan de her roj dibêjin ‘Cerablûs hatiye paqijkirin, rizgarkirin û êdî bûye herêmeke ewle’ û diyar kir ku leşker bo wan dibêjin ne ewle ye û bi vî awayî destûra çûyîna wan nayê dayîn.

‘Madem ewle ye, ewçax çima deriyê sînor girtî ye?’

A.L. diyar kir ku Cerablûs di bin dagirkeriyê de ye û da zanîn ku bes ew dagirkerî dest guhertiye û wiha got, “Ji dagirkeriya DAIŞ’ê veguherî dagirkeriya TSK’yê. Qaşo di 2014’an de DAIŞ dagir kiriye, ji bo wê deriyê sînor girtine. Lê belê, niha çi diqewime? Bi hefta ye ketine bajêr û em kesên ku ji zilma DAIŞ’ê reviyane dixwazin vegerin bajarê xwe, lê em tên astengkirin. Madem hûn dibêjin ewle ye, ewçax çima hîn jî hûn deriyê sînor girtî dihêlin?”

‘Tevî leşkeran ji malbatên diçin Cerablûsê di navbera 500-1000 lîreyî pere tê stendin’

A.L. anî ziman ku, hin malbat hene diçin, lê belê ev di ser qaçaxçiya re diçin û wiha axivî: “Malbatên ku diçin hene. Ev di ser qaçaçiyan re diçin. Ji malatên ku diçin, di navbera 500-1000 lîreyî pere tê stendin. Lê vê jî bêyî leşkeran nakin. Li hev kirine. Û bi vî awayî, bi pereyan me dixin bajarê me. Rewşa tu kesî tune ye ku ewqas pereyî bide, lê ji ber rewşa wan î li Tirkiyeyê pir zehmet e dixwazin vegerin bajarê xwe. Heke zehmetî be, bila li welatê me be.”

Li nav bajêr jî rewşeke îzoleyî heye

A.L. diyar kir ku li nêv Cerablûsê hin xizmên wan hene û dem dem bi wan re dikeve têkiliye û got, li wir nahêlin gelê sivîl biçin hin deran. A.L. dest nîşan kir ku, li nêv bajêr jî rewşeke îzoleyî heye û anî ziman ku li cihê wisa bi piranî emîrên DAIŞ’ê hene û naxwazin vana li gel leşkeran bên xuyakirin.

‘Ya ku gelê Sûriyeyê xist vî halî Tirkiye ye’

A.L. dest nîşan kir ku, Tirkiye xaka Sûriyeyê û gelên wê xistiye vî halî û got, ev sûcekî şerî ye. A.L. diyar kir ku ew tiştekî bi vî rengî qebûl nakin û dest nîşan kir ku, ew ê Tirkiyeyê ji xaka xwe derînin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN