DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnamger li cîhanê kampanyayeke berfireh didin destpêkirin

 
4 Cotmeh
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) – Serokê TGS Ugûr Guç diyar kir ku, ew dê pêkûtiyên li Tirkiyeyê yên li ser çapemeniyê veguhêzînin qada navnetewî.

Li Tirkiyeyê, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên ku piştî îlankirina OHAL’ê hatin derxistin, wek hincet tên nîşandan û bi vî awayî her diçe pêkûtiyên li ser çapemeniyê zêde dibin. Herî dawî 12 TV û 11 radyoyên ku yên kurdî jî di nav de û Med Nûçe TV’ya ku li Ewropayê weşana xwe dike, rastî van pêkûtiyan hatin. Têkildarî vê nêvenga pêkûtiyî, ji bo saziyên navnetewî tevbigerin dê hin kampanya bên lidarxistin.

Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ûgûr Guç û Serokê Giştî yê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Tûrgay Olcayto, têkildarî kampanyayên dê li qada navnetewî li dar bixin, agahî dan.

‘Me kampanyaya medyaya civakî ya ku dê 600 hezar rojnamger beşdarî wê bibin plan kir’

Serokê TGS’ê Ugûr Guç, diyar kir ku bi girtina 12 qenalên TV û radyoyan, ev dîmena reş ber bi rewşeke pir cidî ve diçe. Guç, diyar kir ku wan heftên borî bi Sekreteriya Giştî ya Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî re hevdîtin pêk aniye û di vê hevdîtinê de, têkildarî vê rewşa cidî, tiştên ku dê bikin axivîne û wiha got, “Li hemû cîhanê em plana kampanyayeke civaka medyayî dikin. Em ê li hemû cîhanê kampanyayeke ku dê trend topîcî lê bê bicihkirin li dar bixin. Dê ev kampanya, behsa rewşa rojnamegerên li Tirkiyeyê û dê doza azadiya rojnamegeran bike. Dê li cihanê 600 hezar rojnamger beşdarî vê kampanyayê bibin.”

‘Hikûmet li vir daxwaza kir, Fransa li wir fîş kişand’

Guç anî ziman ku, bazara Yekîtiya Ewropayê ya arasteyî penaberan û girêdayî vê polîtîkayê bêdengiya xwe didomîne û têkildarî girtina Med Nûçe TV’yê jî wiha bertek nîşan da: “Li Fransayê, îro sinyala Eûtelsatê ya Med Nûçeyê birîn. A rast ne cuda ye, li her erdnîgariyê êrîş û şidet didome. Êrîşa li dijî rojnamegeran didome. Med Nûçe qenaleke ku li derveyî welat weşana xwe dike, ji ber ku hikûmet li vir xwest, Fransa jî li wir fîşa wê kişand. Ev jî dide der ku, bê li qada navnetewî em çiqasî zehmetiyan dikêşin.”

‘Em ê tevî rêxistinên rojnamegeriyê yên navnetewî têbikoşin’

Guç diyar kir ku, ew dê tevî rêxistin û sendîkayên rojnamegeriyê yên navnetewî têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Li Almanyayê bi pêşengiya Federasyona Rojnamegerên Almanyayê, li dijî van girtinan xwepêşandan hat lidarxistin. Dê li welatên din jî ev sepandin bên belavkirin. Her wiha di serdanên endamên hikûmetê yên derveyî welat de jî, rojnameger vê dixin rojevê. Rojnamger tim dixin rojevê, pirsan dikin, protestoyan dikin. Pêşnûmayeke me yî bi vî rengî heye.”

‘Li Tirkiyeyê bi rastî jî civakeke razayî û ya tê razandin heye’

Serokê TGC’ê Tûrgay Olcayto jî got, hin bendewarî û berjewendiyên Yekîtiya Ewropayên yên ji Tirkiyeyê hene û diyar kir ku hikûmet di mijara penaberan de, zorê didin saziyên xwe. Olcayto diyar kir ku, li gel vana, qada navnetewî pir girîng e, lê ya nav welat jî girîng e. Divê êdî mirovên li Tirkiyeyê hişyar bibin. Divê mirov mafê xwe yî, çi dibe, çi diqewime û hînbûnê bi kar bîne. Li Tirkiyeyê bi rastî jî civakeke razayî û ya tê razandin heye.”

‘Tirsek li dijî mirovan hat afirandin’

Olcayto diyar kir ku, çapemeniya hewzê rasteqîniya şer û êrîşên xwe didin der nabîne û wiha axivî: “Sansur, otosansur… Em behsa sendîkayan dikin, lê ne di wê rewşa ku alîkariyê bikin de ne. Li ser mirovan tirsek hat afirandin. Nizanin dê çi bikin. Gelek mirov dibêje ‘Heke ez îro biçim wê derê, dê min ji kar biavêjin.’ Ev ne karekî hêsan e. Lê li gel her tiştî jî, em ê tevî rêxistinên pîşeyî hem li hundir, hem jî li derve vê piştevanî û têkoşîna xwe bidomînin.”

Olcayto got, wan arasteyî 2017’an de cîvînek plan kiriye û ew tim bi DÎSK Basin-ÎŞ’ê re di pêwendiyê de ne û wiha axivî, “Em dikenin û derbas dibin, lê ji hêlekê ve jî em bi awayekî cidî esas digirin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN