Ji bo endama YJA-STAR’ê Avaşîna ya hat îşkencekirin, banga hestiyariyê
WAN (DÎHA)- Gerîlaya YJA-STAR’ê Saîme Avşîn a ku bi awayekî birîndarî rastî îşkenceya cerdevan û leşkeran hatibû, li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li ser sandalyeya bitekelek, bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe îdame dike.
Gerîlaya YJA-STAR’ê Saîme Avşîn (Avaşîn Gabar) a ku li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê di pevçûna 8’ê îlonê de bi birîndarî esîr hatibû girtin û pişt re derketibû holê ku rastî îşkenceya cerdevan û leşkeran hatiye, li Girtîgeha Tîpa M a Wanê li ser sandalyeya bitekelek û bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe îdame dike. Bavê Avşînê, Îhsan Avşîn, ê ku serdena keça xwe kir, ji bo rewşa tenduristî ya keça xwe banga hestiyariyê kir.
‘Îşkence li lingê wê yî birîndar hatiye kirin’
Avşîn diyar kir ku, ji ber keça wî ji lingê xwe yî çepê birîndar e bi sandalyeya bitekelek dimeşe û wiha got, “Wek malbat em jî çûn û me ew dît. Tiştên hatin serê wê her çiqas dijwar bin jî, lê nedida der û bi awayekî çak tevdigeriya. A rast ji birîna wê jî diyar e ku, îşkence li birînê hatiye kirin û hatiye derbkirin û ji ber vê birîn mezin bûye. Hîn jî li ser sandalyeyê diçe û tê. Bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe bi cih tîne. Divê her roj bi awayekî nîzamî bê pansûmankirin û di qontrola bijîşkan re derbas bibe.”
‘Bila keça min jî bîr nekin!’
Avşîn, ji bo şopandina bûyerê bang li kesimên hestiyar kir û wiha axivî: “Tiştên ku li keça min hatin kirin, di tu tiştî de jî cihê wan tune ye. Heke sûcdar be, divê dadgeh vê diyar bikin. Divê tu kes îşkenceya bi awayekî birîndarî qebûl neke. Bangî her kesî dikim, bila keça min li wir ji bîr nekin. Bi taybetî ji bo tedawiya wê bê kirin divê bê şopandin an jê, dê qet lingê wê baş nebe.”
(red)