DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hem zimanê zikmakî hem jî muzîkê fêr dibin

 
4 Cotmeh
09:08 2016

ÊLIH (DÎHA) - Koroya Zarokan a di bin baneya Navenda Çanda Mizginê de xebatan dimeşine hem zimanê zikmakî, hem muzîkê û hem jî çanda xwe fêr dibin.

Navenda Çanda Mizgin (NÇM) ya Êlihê, ji roja hatiye sazkirin heta îro xebatên çand, ziman û hunerê dimeşînin. Li navendê zarok fêrî zimanê zikmakî, çand huner û muzîkê dibin. Koroya Zarokan a ji 9 zarokan pêk tê û di bin baneya NÇM'ê de 2 salin xebatan dimeşîne fêrî ziman, çand û hunerê dibin. Koroya Zarokan gelek caran bi xebatên xwe derdikevin pêşberî gel û bi starên xwe hezkirina xwe di dilê gel de ava dikin.

Koroya Zarokan a NÇM'ê, 2 salin xebatan dimeşîne, Rozin (10), diyar kir ku heta niha gelek caran derketiye ser dikê û ziyafeta muzîkê daye temaşevan û guhdaran. Rozerîn, anî ziman ku hem fêrî çand ziman û hunerê dibin û hem jî bi civakê re parve dikin. Rozerîn, destnîşan kir ku pir kêfxweş e ku li vir e.

Bi zimanê xwe fêrî perwerdehiya muzîkê dibin

Endamê Koma Zarokan Rojhat (12) jî anî ziman ku hefteyê du rojan diçe qursa muzîkê û wiha got: "Ez li vir hem fêrî noteyên muzîkê dibim hem jî ferî erbanê dibim. Ez fêrî kemanê dibim. Ya herî girîng jî ez bi zimanê xwe fêrî muzîkê dibim.

‘Bi zimanê xwe fêrî muzîkê dibim'

Perwerdekarê muzîkê yê 2 salin dersa nota dide zarokan Welat Kurtar jî anî ziman ku zarok di temenê biçûk de fêrî muzîkê dibin û zarok li vir bi zimanê zikmakî zimanê xwe fêr dibin. Kurtar, anî ziman ku zarok li vir fêrî dersên tembûr, gitar, keman, erbane û piyano dibin û nêzî 2 salin zarokan perwerde dikin. Kurtar, bilêv kir ku hem zarok tên li vir perwerde dibin û hem dijin li bajarên cuda konser didin. Kurtan, da zanîn ku zarok li gel muzîkê dersa zimanê zikmakî jî dibînin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN