Hevserokê Şaxa BES’a Amedê Çetînkaya hat girtin
AMED (DÎHA) – Li Amedê, 7 jê endamên BES’ê 10 xebatkarên edliyeyê yên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Hevserokê Şaxa BE’a Amedê Bedirhan Çetînkaya jî hat girtin.
Li Amedê, bi îdiaya “Endamên PKK/KCK’ê ne” di serdegirtinên malan ên 25’ê Îlonê de Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyî (BES) a Amedê Bedirhan Çetînkaya jî di nav de 8 jê endamên BES’ê 11 xebatkarên edliyeyê hatibûn binçavkirin. Piştî akrên li muduiryeta polîsan her 11 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeriyê, 7 xebatkarên edliyeyê bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, 4 jê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Piştî lêpirsîna li dadweriyê, 10 xebatkarên edliyeyê bi şertê venêrîna edlî û qedexeya derketina derve hatin berdan. Hevserokê Şaxa BES’a Amedê Bedirhan Çetînkaya jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê” hat girtin.
(red)