Qertên zerê ên xebatkarên ÎMC TV’yê hatin betalkirin
3 Cotmeh
19:59
2016
STENBOL (DÎHA) – Yek ji qenalên muxalif ÎMC TV ya ku ekrana wê hatibû reşkirin, vê carê qertên zer ê çapemeniyê yên xebatkarên wê jî hatin betalkirin.
Bi hinceta nîşandana Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK), pêkûtiyên li dijî çapmeniya muxalif bes bi girtin û rawestandina weşanên TV û radyoyan nema. Piştî betalkirina qertên zer ên Televîzyona Hayatin Sesî, vê carê jî ji aliyê Gerînendetiya Giştî ya Çapemenî Weşanê û Enformasyonê (BYEGM) qertên zer ên çapemeniyê yên xebatkarên ÎMC TV’yê jî hatin betalkirin.
(red)