DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser Zarok TV û Jiyan TV’yê de girt

 
3 Cotmeh
18:57 2016

AMED (DÎHA) – Jiyan TV û Zarok TV yên ku bi hinceta KHK’yê di 28’ê îlonê de ekrarnên wan hatibûn reşkirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiyên wan de girtin.

Bi piranî TV û radyoyên ku bi kurdî weşana xwe dikirin, piştî ku Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) wek hincet hat nîşandan û ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hatin girtin ji van TV'yan, di saetên êvarî de, polîs û karmendên darayî, bi ser Jiyan TV ya ku bi zaravayê zazakî weşana xwe dikir û qenala zarokan Zarok TV’yê de girtin. Li gor agahiyên ji rayedarên TV’yan hatin wergirtin, hat zanîn ku polîs û karmendên darayî hewl didin deriyê avahiyên her du TV’yan mohr bikin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN