DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kartên çapemeniyê yên xebatkarên Hayatin Sesî hatin betalkirin

 
3 Cotmeh
17:11 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kartên zer ên xebatkarên yek ji kanalên muhalif Hayatin Sesî ku ekrana wê hat reşkirin hatin betalkirin.

Zext û êrîşên li hemberî çapemeniya muhalif bi girtina 12 televîzyon û 11 radyoyan re sînordar ne ma. Kartên zer ên çapameniyê yên xebatkarên yek ji kanalên ku ekrana wê hat reşkirin Hayatin Sesî ji aliyê Weşana Çapemeniyê û Midûryeta Giştî ya Enformasyonê (BYEGM) ve hatin betalkirin.

Kartên zer ên çapemeniyê yên Midûrê Giştî yê televîzyonê Gokhan Çetîn û Edîtora Nûçeyan Sultan Ozer ji aliyê BYEGM'ê ve hatin betalkirin û peyama "Kartên we ji ber saziya we hatiye girtin hatine betalkirin. Ji kerema xwe re kartên we yên hatine betalkirin bînin Midûryeta Polîsan a Stenbolê" ji xebatkaran re hat şandin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN