Zarokê birîndar ê girtî jiyana xwe ji dest da
ŞIRNEX (DÎHA) - Zarokê bi navê Seyît Riza Şaran (16) ê di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Seyît Riza Şaran (16) ê di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Di 28'ê Îlonê de piştî li girtîgehê raperîn derket agir derketibû û zarokê bi navê Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest dabû û Şaran jî bi giranî birînda bûbû.
Şaran ê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şaran piştî lêpirsîna dozgeriyê û karên otopsiyê ji bo bê definkirin ber bi navçeya Bêlaçûka Rihayê ve hat rêkirin. Hat zanîn ku dê cenazeyê Şaran sibe li taxa Karşiyakayê bê definkirin.
(mb)