Xebatkarê Radyo Karacadag hat binçavkirin
3 Cotmeh
16:00
2016
RIHA (DÎHA) - Xebatkarê berê yê Radyo Karacadag Salih Erbekler hat binçavkirin.
Xebatkarê berê yê Radyo Karacadag Salih Erbekler, bi îdîaya der barê weşana radyo de divê îfade bide hat binçavkirin. Erbekler, dema diçû navçeya Wêranşarê di nokteya lêgerînê de hat binçavkirin. Erbekler, birin midûriyeta polîsan a Rihayê. Polîsan di 1'ê Cotmehê de mohr li deriyê Radyo Karacadag xistibûn. Xebatkarê Şîrketa Belavkariya Firatê Sadik Demir jî hatibû binçavkirin.
Demîr hêj li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di bin çavan de ye.
(mae)