Girtiyên hatin sirgûnkirin rastî îşkenceyê hatin
WAN (DÎHA) - Hat diyarkirin ku 4 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Kalkandereya Rîzê hatin kirin rastî îşkenceyê hatine.
Derket holê ku girtiyê bi navê Cemal Vatandaş û 3 girtiyên din ên navê wan ne hatin zanîn dema di 24'ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Kalkandereya Rîzeyê hatine kirin rastî îşkenceyê hatine. Girtiyên bi rêya malbatên xwe serî li Komekeya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Erziromê dan diyar kirin ku bi hinceta li hemberî lêgerîna tazî derketine rastî îşkenceyê hatine.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Erziromê Medenî Aygul da zanîn ku bi îlankirina OHAL'ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine lûtkeyê û wiha got: "Ji bo bi girtiyên rastî îşkeneyê hatine re hevdîtinê pêk bînin em ê heyetekê bişînin girtîgehê. Ev rewşek cidiye. Em ê li ser vê rawestin û tişta bê kirin em ê bikin. Girtî bi destkelepçekirî hatine îşkencekirin ev yek nayê qebûlkirin."
(mb)