DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Radyo Rengîn mohr kirin

 
3 Cotmeh
15:20 2016

MÊRDÎN (DÎHA) – Polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn a li Qoserê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn de girtin. Polîsên ku bi hinceta biryara dozgeriyê ya girtinê heye bi ser avahiya radyo de girtin, lêgerîn pêk anîn û piştî lekolîna polîsên maliyê deriyê avahiya radyo mohr kirin. Radyo Rengîn li Qoserê bi kurdî, erebî û tirkî weşan dikir û radyoya herî zêde dihat guhdarkirin bû.

Îktîdara AKP'ê di 28'ê Îlonê de radyoyên muxalif ên wekî Radyo Ses, Radyo Dunya, Radyo, Ozgur Guneş Radyo, Radyo Karacadag, Radyo Yon, Radyo Ozgur û Radyo Dogu ku bi gelek zimanan weşanên herêmî dikirin girtibûn. Herî dawî Radyo Rengîn jî hat girtin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN