Êlihiyan got 'dest nede vîna min'
ÊLIH (DÎHA) - Li Êlihê bi beşdariya DBP, HDP, KJA û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin daxuyaniya 'dest nede vîna min' dan çapemeniyê.
Li Êlihê bi beşdariya DBP, HDP, KJA û hevşaredarên ji peywirê hatine dûrxistin bi dirûşma 'dest nede vîna min' daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Kolana Gulistanê hat dayîn de Parlamentera HDP'ê yê Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Abdulbarî Karaagaç, Hevşaredariyê Elihê yê ji peywirê hatiye girtin Sabrî Ozdemîr û wekîla hevserok Hurriyet Kaytar, rêveberê şaredariyê, Berdevka KJA'yê Songul Korkmaz û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest Nede Vîna Min" hat vekirin.
Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Abdulbarî Karaagaç, bertek nîşanî girtina TV û radyoyên muxalif û weşana kurdî dikirin da û wiha got: "Qeyûm ne vîna gelin. Vîna me hilbijêrên ku ji peywirê hatine dûrxistinin. Em ê vîna xwe radestî tu kesî ne kin û em ê xwedî lê derkevin. Em carekdin dibêjin dest nede vîna min."
Berdevka KJA'yê Songul Korkmaz, anî ziman ku qeyûmê pêşî komeleyên jinan girtine û li hemberî vîna jinan darbe pêk aniyê û wiha pêde çû: "Em ê xwedî li vîna xwe derkevin û em ê tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedin."
Parlamentera HDP'ê yê Êlihê Ayşe Acar Başaran, jî destnîşan kir ku 11'ê Îlonê li hemberî vîna gel darbeyek pêk hat û wiha axivî: "Bi girtina qenalên kurdî, zext û qeyûman hûn nikarin pirsgirêka kurdan çareser bikin. 40 salan ev rêbaz hatin pêkanîn lê kêrî tiştekê ne hat me hemûyan dît. Ji bo çareseriyê divê guh bidin banga birêz Abdullah Ocalan û divê ev bang baş bê xwendin."
(mb)