DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Têkildarî rewşa Çapraz û Aktaş agahiyên dawî parvekirin

 
3 Cotmeh
15:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Ergin Aktaş û Sibel Çapraz, bi tevlêbûna parêzeran li şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parêzeran agahiyên dawî dan û xwestin muvekkilên wan serbest bên berdan.

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Ergin Aktaş û Sibel Çapraz li şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Parêzeran piştî hevdîtina dawî kirin agahiyên dawî yên der barê muwekilên xwe de parve kirin. Di civînînê de parêzera Ergin Aktaş Gulizar Tuncer, diyar kir ku Aktaş 6 salin di girtîgehê de ye û wiha got: "Du destê wî hatine jêkirin. Nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Saziya Tipa Edlî der barê Aktaş de 3 caran rapora "nikare bi serê xwe bijî" daye. Lê dîsa Aktaş serbest nehatiye berdan.

'Girtina Aktaş siyasî ye'

Tuncer, destnîşan kir ku li gel raporên ku Aktaş nikare bi serê xwe bimîne hatiye dayîn jî dîsa Aktaş nayê berdan û girtina Aktaş siyasî ye. Tuncer, anî ziman ji bo Aktaş serbest bê berdan serî li hemû rê û rêbazan dane, lê nehatiye berdan û neberdana Aktaş siyasî ye.


Parêzara Çapraz Banu Guvener jî anî ziman ku girtina Çapraz ruyê dewletê yê qirêj derdixe holê û wiha got: "Bi îdîaya ku dibe Çapraz bireve" Çapraz bi girtî derman dikin. Ji ber ku Sibel Çapraz siyasetmedara kurd a Gevere ye hat girtin û ceza dikin. Li şûna ku bê dermankirin nayên dermankirin û roviyên wê li derve ne. Rewşa Çapraz a tenduristiyê qet nebaş e û nikare li girtîgehê bê girtin. Ger ku tiştek bê serê Çapraz dewlet berpirsiyarê vê yekê ye."


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN