Lênêrîna 205 rojan a zarokên Şirnexê
3 Cotmeh
13:59
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Zarokên Şirnexê ku 205 rojin ji cih û warên xwe hatine koçkirin û li konên derdora bajar bi cih bûne; bi hesreta vegerê li bajar temaşe dikin.
Li Şirnexa ku 205 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike zarokên Şirnexî jî ji konên berxwedanê yên ku li derdora bajêr vedane li warên xwe yên tên xirakirin dinêrin û bi kelecanek bê hempa li benda vegera ser axa xwe ne. Hinek ji van zarokan jî Zîlan, Bêrîtan û Botan in ku her roj bi saetan dirûnin û bi hesretek mezin li malên xwe yên nêzî 2 kîlometreyan dûr dinêrin.
Wêne: Dîcle Kara
(no/mae)