DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Prz. Ahmet Ozmen Yenî Şafak hişyar kir

3 Cotmeh
13:54 2016

AMED (DÎHA) - Wekîle Serokê Baroya Amedê Prz. Ahmet Ozmen, diyar kir ku nûçeyên Rojnameya Yenî Şafakê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattin Demirtaş gef xwariye ne rast in û hişyarname ji Rojnameya Yenî Şafakê re şand.

Li Amedê piştî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî hat qetilkirin, li şûna Tahîr Elçî Wekîlê Serokê Baroya Amedê Prz. Ahmet Ozmen, dest peyvirê kir. Nûçegîhanê Rojnameya Yenî Şafakê Şahin Şen bi sernavê “Zextên HDP'ê yên li ser Baroyê" nûçe pêşkêş kir. Wekîlê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen nûçeya Yenî Şafakê derewand û diyar kir ku ev nûçe bê esil e. Rojnameyê di nûçeyê de îdîa kir ku “Tahir Elçî ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin" û “Ji bo Demirtaş Ahmet Ozmen bike Serokê Baroyê di nava hewldanek mezin de ye û zextan li ser der û dorê dike" weşand. Ahmet Ozmen têkildarî nûçeye hişyarname ji Rojnameya Yenî Şafakê re şand û destnîşan kir ku tu eleqeya vê nûçeyê û rastiyê bi hevre tuneye.

Ozmen, anî ziman ku nûçeya qetilkirina Serokê Baroya wan Tahir Elçî a der barê faîl/failan ji rastiyê dûr e. Dozgerê Amede ku lêpirsîna kuştina Tahir Elçî dimeşîne heta niha der barê me de tu agahî parve nekiriye. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Brêz Selahattin Demirtaş, endamê baroya me ye. Kesayetiyek xwedî nasnameya siyasî yê berbiçav e. Ji roja ku min bernamzetiya xwe ya Serokê Baroya Amedê nîşan daye tu text û pêşniyar li ser der û dorê nehatiye kirin. Hemû agahiyên ku rojnameyê parve kirine bê kok in. Baroya Amedê dê di 8/9'ê Cotmeha 2016'an de kongreya xwe pêk bîne.

Ji bo ku ev nûçe bê rastkirin divê heta 3 rojan sererastkirin bê weşandin û bi cemaweriyê re bê parvekirin. Dijberî vê yekê ez dê serî li rêyên darazê bidim.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN