Ji bo temaşevan û guhdarvanan bang: Li hemberî girtinan li RTUK'ê bigerin
STENBOL (DÎHA) - Rêxistinên hempişeyên Rojnamegeriyê û TV'î yên hatine girtin bertek nîşanî girtina TV û Radyoyan dan, bang li temaşevan û guhdarvanan hat kirin ku ji bo xwedî li mafê xwe yê nûçe girtinê derkevin bi reqema 444 1 178 li RTUK'ê bigerin û bertekên xwe bînin ziman.
Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û Basin-Îş, bi boneya girtina TV, radyoyan û xeztên li hemberî çapemeniyê li ber avahiya Navenda Giştî ya TGS'E ya li Çagaloglu hatin gel hev û civîna çapemeniyê li darxistin. Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînor ne Nas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, xebatkarên radyo û televziyonên hatine girtin û gelek rojnameger tevlî civînê bûn.
Di civînê de destpêkê Koordînatorê Giştî yê weşana ÎMC'ê Eyup Burç axivî. Burç, diyar kir ku televziyonên ku nihat hatine girtin berê jî biryara girtinê derbarê wan de hatibû dayîn û wiha got: "Armanc wan a ji biryara girtinê ew e ku dengê hêzên demokratîk qût bikine."
Koordînatorê Programê ya Hayatin Sesî TV Arîf Koşar, bi lêv kir ku ew dixwazin biryara girtinê demildest bê rakirin û paşde bê vekişandin. Koşar, anî ziman ku ew li benda serdegirtina polîsan a gengaz bûn û wiha pêde çû: "Televziyona me bi pereyê ku di kumbareyên biçûk de dihat komkirin hat avakirin. Ger li Tirkiyeyê dê behsa azadiya çapemeniyê bê kirin divê em televziyon weşana xwe bidomînin."
Xebatkarê Ozgur Radyoyê Sînan Gerçek, da zanîn ku radyoya wan di sala 1995'an de hatiye avakirin 5 karan hatiye girtin û wiha domand: "Piştî her girtinekê em carek din bi hêz vegeriyan. Me li radyoyê nobet daye destpêkirin. Em plandikin ku çalakiya bêîtîatiyê ku sivîl jî beşdar dibin bidin destpêkirin. Em bang li guhdarvanan dikin ger ku welatekî yek dengî naxwazin xwedî li radyoya xwe derkevin."
Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îşê Faruk Eren, da xuyakirin ku zextên li hemberî rojnamegerran gihiştiye lûtkeyê û wiha domand: "Divê biryara girtinê paşde bê vekişandin."
Serokê TGS'ê Ugur Guç, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê desthilatdarî hilbijartiye û wiha got: "Hemû xebatkarên di qenal û radyoyên hatine girtine de dixebitin dê bê kar bimînin. Bi girtinan re dê 3 hezar rojnameger bê kar bimînin. Em bang li Lijneya Wezîran a ku dê îro kom bibe dikin, divê ji vê şaştiyê vegerin. Em bang li gel dikin ku ji bo xwedî li mafê xwe yê nûçe girtinê der bikevin bi rêya telefonê bi qerema 444 1 178 li RTUK'ê bigerin û zextên li ser çapemeniyê protesto bikin."
Serokê TGC'ê Turgay Olcayto diyar kir ku wekî cemiyet ew li hemberî zextanin û wiha pêde çû: "Divê Radyo û televîzyon di demek kin de bên vekirin. Divê Tirkiye xwe ji welatê yek dengî rizgar bike. Rojnamegerî li tu cihê ne sûce."
Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê TV 10 Velî Buyukşahîn jî wiha axivî: "Bir girtina televîzyonê dixwazin dengê elewiyan jî qût bikin. Komeleya RTUK ku komeleyek antîdemokrate xwe kiriye bypass."
Civîn piştî axaftinana bi pirs û bersivan bi dawî bû.
(mb)