Nobeta xebatkarên Van TV'yê di roja 4'emîn de didome
WAN (DÎHA) - Nobeta xebatkarên Van TV û Radyoya Dogu yên ku mohr li deriyê wan hat xitin di roja 4'emîn de didome.
Nobeta xebatkarên Van TV û Radyoya Dogu yên ku bi baryara KHK'ê mohr li deriyê wan hat xitin li ber avahiya TV'yê di roja 4'emîn de didome. Xebatkarên ku her roj serê sibehê saet di 10.00'an de li ber avahiya TV'yê ya li taxa Suphanê ya Artêmêtê tên gel hev, heta saet 18.00'an nobeta xwe didomînin. Xebatkar ji nûnerên STK, partiyên siyasî û hempişeyan wan ve tên ziyaretkirin. Kedkarên ku bi awayekî komunal xwarin û çaya xwe li ber avahiyê çêdikin, diyar kirin ku heta televziyon û radyoyên bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin bên vekirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Van TV li ser navnîşana www.habervantv.com û Dogu Radyo jî li ser navnîşana www.doguradyo.com.tr ên înterenetê weşanên xwe didomînin.
Koordînatorê Giştî yê Van TV'yê Serdar Altan, diyar kir ku ji ber ku wan rastî ragihandine mohr li deriyê wan hatiye xistin. Koordînatora Radyoya Doguyê Leyla Ayaz jî anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawiyê bidomînin û banga xwedî derketinê li hemû kesî kir. Ayaz, bi lêv kir ku ger gel piştgirî bide dibe ku tiştek bê kirin û wiha got: "Me ji bo gel rastî radigihandin. Ji ber wê piştgiriya ku ew bidin me dibe ku bibe wesileya gelek tiştan."
Nûçegihanê Van TV'yê Fazil Elçî bal kişand ser hevkariyê û wiha axivî: "Ger em di nava hevkariyê de bin dê kesek nikare mafê gel ê nûçegirtinê asteng bike."
(mb)