Tirkiye sînor derbas kirin û Med Nuçê jî girt
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Tirkiye bi zextên îktîdara AKP'ê hemû qanalên televîzyon û radyo yên muxalif hatin reşkirin. Îktîdara AKP'ê bi vê yekê jî nehat ser zextên siyasî li Ewropa jî kir û qanala Med Nûçe Tv jî da girtin. Tirkiye sînor derbas kirin û Med Nuçe Tv jî reş kir. Lê heta niha bi dehan qanalên kurdan hatin girtin û li şûna wan qanalên nû hatin vekirin.
Îktîdara AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê di 21'ê Tîrmehê de OHAL îlan kir û li pey wê biryarên KHK'ê xist meriyetê. Piştî biryarên KHK'ê xist meriyetê gelek qanalên televizyon û radyo yên muxalif hatin girtin. Di serî de di 16'ê Tebaxê de Rojnameya Ozgur Gundem'ê girtin. Piştre di 28'ê Îlonê de 12 televîzyon û 11 radyoyên muxalif ekran û dengê wan qut kirin. Herî dawî îro (4'ê Cotmehê) jî bi zextên siyasî yên Tirkiye Şirketa Fransa ya welatê Ewropa qanala MED NÛÇE ji peyka Eutelsatê daxist xwar. Çapemeniya kurd di 22'ê Nîsana 1898'an de li Kahirê ya Misirê di pêşengiya Bedirhan û zarokên wî Mikdad Midhat Bedirhan de bi rojnameya "Kurdistan" dest bi weşanê kir. Di sala 118'emîn de piştî gelek weşan hatin girtin herî dawî weşana televîzyona MED-NUÇE ku ji heman kevneşopiyê tê bi zextên Tirkiye hat girtin.
Kevneşopiya televîzyongeriya Çapemeniya Azad di 30'ê Adara 1995'an de li Londra bi weşana destê dest pê kir. Di 15'ê Hezîranê de dest bi weşanê kir. Yekemîn weşana televîzyona çapemeniya azad Med TV di sala 1999'an de piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiye hat kirin ekrana wê hat reşkirin. Piştî Med Tv MEDYA TV jî ji aliyê dewleta Fransızan ve hat girtin. Li pey wê qanala Roj TV, di 1'êAdara 2014'an de li welatê Danimarka dest bi weşanê kir û Di encama zextên Tirkiye de di 22'ê Çileya 2012'an de hat girtin. Li pey wê Stêrk TV, di 6'ê Sibata 2012'an de de dest bi weşanê kir. Piştî Stêrk Tv qanala Nûçe bi silogana Dema Rastiyê di 4'ê Adara 2012'an de dest bi weşanê kir.
Dadgeha Danimarka bi zexta Tirkiye qanalên televîzyonên kurdan MMC, Nuçe TV girt. Dîsa lîsansa Roj TV jî di 3'ê Tîrmeha 2013(ah re betal kir. Dadgeha Damîmarka 10 milyon Kronê Danimarka cezaye pereyan birî.
5 qanalên nû hatin vekirin
Piştî Nuçê TV hat girtin li şûna wê di 19'ê mijdara 2013'an de Med Nûçe TV, Sterk, Ronahî, Newroz û Çira tv hatin vekirin. Lê îktîdara AKP'ê xwe li vê yekê jî ranegirt û herî dawî piştî li Tirkiye qanalên muxalif bêdeng kir zext li Fransayê kir û qanala Med Nûçe ji peyka Eutelsatê daxist û ekrana wê reş kir.
Lê li aliyê din piştî AKP hat îktîdarê qanala TRT 6 vekir û bi vê qanalê dest bi propaganda xwe kir. Her çend ev qanala ku ji rastî û heqîqetê dûr be jî dîsa weşana xwe berdewam dike. Lê qanalên ku bûn dengê qel û heqîqet parve kirin hatin girtin.
(mae)