63 kes piştî 9 mehan derxistin dadgehê
MÊRSÎN (DÎHA) - Li Tarsûsê doza 63 kesên ku 1 jê zarok û 20 kes girtî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê tê dîtin.
Li navçeya Tarsusa Mêrsînê di 13'yê Sibata 2016'an de di serdegirina malan de 63 kes hatibûn bicçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatibû despêkirin, doza 63 kesên ku 1 jê zarok û 20 kes girtî li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê tê dîtin. Di îdîanameya ku ji aliyê Dozgerê Cuhmuriyetê yê Tarsusê Ayhan Akyol ve hat amadekirin de bi hinceta "endamê rêxistinê ye", "propagandaya rêxistinê kiriye", "azadiya kar û xabatê îhlal kirine", "zirar dane mal", "zirar dane malê civakê" û "ji bo erka xwe pêkneyîne li berxwedan" dê darizandina welatiyan 5 rojan bidome.
Piştî tespîta nasnameyan, doz bi parastina welatiyan didome, tê payîn ku dadgeh parastina Emrah Kaya, Ferhat Talay, Mesut Bulbul, Serdar Yayla, Sînan Altin, Bayram Unal, Mehmet Emîn Nas, Azîz Tunç, Emrah Ereglî û Firat Çapkan bigire. Di doza ku dê parastin 5 rojan bê guhdarkirin de tê payîn ku roja Înê biryar bê girtin.
(mb)