Qeyûm li Agirî û Erdîşê protesto kirin
WAN/AGIRî (DÎHA) - Li navçeya Erdîşa Wanê û bajarê Agiriye tayîna qeyûmê ya şaredariyên DBP'ê hat şermezarkirin.
WAN
Saziyên civakî li navçeya Erdîşa Wanê bi armanca tayînkirina qeyûman a 25 şaredariyên DBP'ê şermezar bikin çalakî pêk anîn. Endam û rêveberên DBP, ÎHD, KURDÎ-DER, TUYAD-DER, KJA li ber avahiya DBP'ê ya Erdîşê kom bûn û çalakî pêk anîn. Gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan. Hevseroka DBP'ê ya Hatice Yildiz, diyar kir ku bi tayîna qeyûman vîna gel tune hatiye hesibandin. Yildiz, da zanîn ku ger dê ev welat bi rejîma yek mirov bê birêvebirin wê demê pêdivî bi hilbijartinê tune ye.
AGIRÎ
Li Agiriyê jî Hevşaredara Agirî Mukkades Kubilay û xebatkarên şaredariyê bi heman armancê li pêş avahiya şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevşaredara Agiriyê Mukkades Kubilay, diyar kir ku AKP Tirkiye dixe nava kaosê û dixwazin şaredariyên bajarên mezin jî desteser bikin. Kubilay, xwest dîsa vîna gel teslîmî gel bikin û dest ji van polîtîkayên xwe berdin.
(mae)