Cenazeyê endamê HPG'ê Aksoy li Farqînê hat definkirin
AMED (DÎHA) - Cenazeyê endamê HPG'ê Mehmet Arîf Aksoy ê ku di pevçûnek li Karadenîzê de jiyana xwe ji dest da li Farqînê hat definkirin.
Di 29'ê Îlonê de li bejahiya Mesudiye û Sêwas ên Koyuhîsara Orduyê di şerê di navbera endamên HGP'ê û leşkeran de, endamê HPG'ê Mehmet Arîf Aksoy (Bahoz Farqîn) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aksoy ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneya Sêwasê hat girtin. Cenazeyê Aksoy ji aliyê malbat û nûnerên MEYADER'ê anîn navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê Aksoy bi beşdariya gelek welatiyan ve li Taxa Ferîdûn hat definkirin.
Malbatê ji bo konê sersaxiyê li Mala şînê a şaredariyê veke serî li şaredariyê da lê serlêdana malbatê ji aliyê Qeymaqem Murat Kutuk ku wekî qeyûm hatiye tayîkirin bi gotina 'Ez li vê derê nahêlin kesek şînê bigire' hat redkirin û ji bo Aksoy li taxê konê sersaxiyê hat vedan.
(mb)