Hacî Lezgîn: Werin ji bo alîkariya gel em mil bidin hev
ENQERE (DÎHA) - Endamê Komeleya Rojava yê Enqereyê Hacî Lezgîn banga alîkarî û piştgiriyê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên hatine hilweşandin kir û wiha got: "Demsala payîzê demsalekî zor e ji ber vê yekê werin em dest bidin hev alîkarî bidin gelê herêmê."
Piştevanî û alîkariya Komeleya Rojavayê ya ji bo welatiyên li Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Silopiya û Geverê ku avahiyên wan di êrîşên hêzên dewletê de hatin rûxandin û şewitandin didome. Bi sarbûna hewayê re, Komeleya Rojavayê ji bo welatiyên li konan dijîn li gel şandina konên zivistanê, tadîlata gelek avahiyên welatiyan jî kir. Endamê Komeleya Rojava yê Enqereyê Hacî Lezgîn diyar kir ku wan gelek caran ji bo alîkariyê zimher şandine bajarên ku ji aliyê hêzên dewletêê ve hatin xerapkirin û wiha got: "Me gelek caran erzaq û zimher ji bo bajarên berxwedanê şandin. Tirên ku ji bo alîkariyê erzaq dibin bajaran ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin û ji bo wan ceza tê birîn. Em hemû dizanin ku armanca cezabirînê ne li gorî hiqûqên cihanê ye. Herî dawî ji bo tira ku me erzaq jê re şand 1050 TL ceza hat birîn. Ez vê yekê wekî cezakirina gelê Kurdistanê dibînin."
'Gelê me pêwistiya alîkariyê heye'
Lezgîn bal kişand ser astengiyên ku gelê Bakurê Kurdistanê dikişîne û wiha pêde çû: "Divê alîkarî tenê li ser milê saziyan ve nemîne. Gelê Bakurê Kurdistanê rûmeta me hemûyan e. Ji ber vê yekê werin em mil bidin hev û ji bo gelê xwe yê rûmet bibin alîkar. Em dizanin niha li Tirkiyeyê bi milyonan gelê demokrat, welatparêz hene. Ger em ji bo vî gelî nebin alîkar gel dê gelek zor û zihmetiyan bikişîne. Em hemû dizanin ku demsala payîz û zivistanê li Bakur çiqas hişk û sar derbas dibe. Ji ber vê yekê îro pêwîstiya gelê me bi alîkariyê heye, werin em mil bidin hev ji gelê xwe re bibin alîkar."
'Pêwistî bi erzaq, cilên ziwistanê û nivînan heye'
Lezgîn anî ziman ku gelê li herêmên berxwedanê di çadir û konan de dijîn û wiha axivî: "Pêwistiya gel bi erzaq, cilên ziwistanê û nivînan heye. Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şaxên komelaya me hene. Yên ku bixwazin alîkariyê bikin bila alîkariya xwe bigihînin komeleyê. Êdî demsal guherî û rewşa hewa jî her ku diçe sartir dibe. Ji ber vê yekê divê em hemû di demek nêz de alîkariyên xwe bigihînin bajarên ku welatî tê de astengiyan dikişînin."
(fd/mb)