DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Guhdarên Radyo Dunya: Em ê xwedî li dengê xwe derkevin

 
3 Cotmeh
11:40 2016

EDENE (DÎHA) - Guhdarvanên Radyoya Dunya ku li Edeneyê xweşana xwe dikirin bertek nîşanî girtina radyoyê dan û diyar kirin ku ew ê xwedî li radyoya xwe derkevin.

Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de Radyoya Dunya ku li Edeneyê xweşzna xwe dike hat girtin û mohr li deriyê wê hat xistin. Guhdarvanên radyoyê bertek nîşanî girina radyoyê dan û diyar kirin ku ew ê xwedî li radyoya xwe derkevin.
Guhdarvanê radyoyê yê bi navê Omer Salhan, diyar kir ku ev 5 sale tenê Radyo Dunyayê guhdar dike û wiha got: "Dema min guhdarî radyoyê dikir ez keyfxweş dibûm. Hemû tiştên ku me îfade dikin di vê radyoyê de hebûn. Divê hemû kes xwedî li radyoyê derkeve."

Welatiyê bi navê Erdal Fîdan anî ziman ku dema dixebitin her tim guhdarî Radyo Dunya dikirin û wiha pêde çû: "AKP bi girtina Radyoya Dunya dixwaze dengên muxalif qût bike. Radyo Dunya hemû çand di nava xwe de dihewand. Ji bo em bi zimanê xwe guh bidin stranên xwe divê em hemû xwedî li radyoyê derkevîn."

'Em ê xwedî li zimanê kurdî derkevin'
Welatiyê bi navê Cahît Ozbay, bi girtina yekane radyoya ku bi hemû zimanan weşanê dike dide xuyakirin ku li welat aştî nayê xwestin û wiha doman: "Ji ber ez dirûnkerim hertim guhdarî radyoyê dikim û 6 saetan jî guhdarî stranên kurdî dikim. Ev bêtehemûliya wan a li hemberî zimanê kurdî ye. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li zimanê kurdî û radyoyê derkevin."

Îmran Akin jî wiha axivî: "Bi girtina radyo û TV'yan dê nikaribin dengê me qût bikin. Ew çiqas dengê me qût bikin em ê dengê xwe bilindtir bikin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN